Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn spart axê

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê oxir kir.

Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn spart axê
Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn spart axê
Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn spart axê
Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn spart axê
Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mizgîn spart axê
4 tîrmeh, 2022   18:26
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, partiyên siyasî yên herêma Firatê û endamên saziyên sivîl ên kantona Kobanê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Mizgîn Kobanê bû ku di 2’ê Tîrmehê de di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li Eyn Îsayê şehîd bûye.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef wiha axivî: “Şehîdên me ji bo em bi biratî li herêmê bijîn xwe feda kirin, em jî soz didin wan ku em li ser şopa wan bin heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî.”

Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo jî wiha axivî: “Em çiqas behsa qehremaniya şehîdan bikin jî em nikarin heq bidinê, şerê ku em tê de ne, şerê hebûn û tunebûnê ye û ji bo hebûna xwe em ê xwe feda bikin.”

Sozdar Şêxo wiha domand: “Dijminê me rastiya me nas kir ji ber wê me hedef digire, erkê me ye ku em şerê gel ê şoreşgerî ji xwe re esas bigirin ji bo em êrişên dijminê hov rawestînin.”

Piştre, hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û got: “Divê em xayînan ji nav xwe derxin, dem dema şerê azadiyê ye, dijminê me hemû cureyên çekan li dijî me bi kar tîne û divê em nas bikin ku bêdengiya me dijmin xurttir dike.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd Mizgîn Kobanê radestî malbata wê kir. Paşê Girseya gel cenazeyê şehîd Mizgîn Kobanê spart axê.

 (mh)

ANHA