Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya nîvê salê destpê kir

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li Reqayê civîna xwe ya nîvê salê ji bo nîqaşkirina karên ku di nîvê yekemîn a salê de hatine kirin, destpê kir.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya nîvê salê destpê kir
4 tîrmeh, 2022   18:20
REQA

Di civînê de Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Koordînasyonê ya Rêveberiyên Xweser û Sivîl, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û endama Desteya Hesvseroketiya PYD’ê Foze Yûsif, beşdar bûn.

Di civînê de sînevizyonek li ser bûyerên dawî yên li herêmê bi taybet hewldana NATO’yê ya ji bo şikandina kontrola Rûsya ya li ser petrola Ewropayê, her wiha hewldana dagirkeriya Tirk a ji bo dagirkirina herêmê, hate pêşandan.

Di raporê de hat xuyakirin ku Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyê ye û ji aliyê zarokên wê ve tê birêvebirin, her wiha behsa kiryarên dagirkeriya Tirk ên dermirovî li dijî jinan li deverên dagirkirî hat kirin û hat xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker û hişmendiya baviksalarî dixwazin îradeya jinan têk bibin.

Koordînasyonên Jinan ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporên xwe yên nîvê salê xwendin û ji çapemeniyê girtî civîna berdewam kir.

 ‘ŞIKANDINA KONTROLA RÛSÎ YA LI SER ABORIYA EWROPÎ’

Hesvseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed rapora nîvê salê ya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rapora siyasî xwend û destnîşan kir ku ji ber aloziyên herêmî û navneteweyî, li rojhilat Taywen, Rojhilata Navîn li Îranê, li rojhilatê Ewropayê Ukraynayê şer û nakokî derket.

Îlham Ehmed wiha domand: “Bêguman şerê Okrayna-Rûsya gelek dosye vekirin. Her dewletek ji bo parastina berjewendiyên xwe tev digere.”

Îlham Ehmed axaftin xwe wiha domand: “Ewropa bi piranî gaza xwezayî ji Rûsyayê werdigirt û piştî avakirina xeta gazê ya Rûsî ya bi navê Nord Stream2, Ewropa dê di bin destê Rûsyayê de bibe dîl.  Ji ber wê jî ev şer bû sedem ku têkiliyên Rûsya bi Ewropayê re careke din di ber çavan re bên derbaskirin. Ewropî bi xeteriya li aliyê rojhilat hîs kir piştî ku heta demeke dirêj vemirî bû., Ji ber wê parzemînê cihê xwe yê leşkerî ji nû ve guhert. Ji ber wê rê dan NATO û Amerîka ku hêzên xwe li parzemîna pîr belav bibin.”

`DÎTINA XETÊN GAZÊ YÊN ALTERNATÎV LI ŞÛNA NORD STREAM A RÛSYAYÊ`

Îlham Ehmed di rapora xwe de wiha anî ziman: “Peydakirina xetên alternatîv ên gaza xwezayî mijareke girîng û sereke ye di nîqaşên dîplomasî de, ji ber wê jî gelek dewlet dixwazin gazê hinarteyî Ewropayê bikin. Ji ber wê jî gelek civîn hatin lidarxistin, wek civîna Gaza Rojhilata Deryayê Spî ku li Misirê bi beşdariya Yewnanistan, Qibris, Îsraîl û Misirê hate lidarxistin û li vê dawiyê jî peymaneke sêalî di navbera Misir, Îsraîl û Ewropayê de hat îmzekirin ku bi rêya wê peymanê gaz ji Îsraîlê derbasî Misirê bibe û ji wir ber bi Ewropayê ve were derxistin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku tiştê balkêş ew e ku rola sînordar a dewleta Tirk di guhertinan de û got: “Dewleta Tirk dixwaze bibe beşeke girîng di projeya guhertinê de ku ji Iraqê sala 2003`yan ve destpê kiriye. Bûyerên Bihrara erebî sala 2011`an AKP`ê teşwîq kir ku dest bi projeyên xwe yên taybet bike, beyî ku berjewendiyên hêzên hegemonîk di ber çavan re derbas bike. Ew jî projeya osmaniya nû ye di bejahî de, projeya Welatê Şîn di deryayê de ye.”

Bi nêzîkbûna sedsala peymana Lozanê re, dewleta Tirk a dagirker dixwaze wê nû bike û bi hêviya danîna peymaneke nû wek peymana Lozanê ye, da ku bi rêya wê deverên dagirkirî ji xwe re bi navê şerê li dijî terorê rewa bike. Dewleta Tirk li Başîqa ya li nêzî sînorên Musilê yê Iraqê ye, baregehên xwe ava kirin. Gelek herêmê ji erdnîgariya Sûriyê qut kir, bi rêya destwerdana di Lîbyayê de fişar li Yewnanistanê kir da ku sînorên xwe yên deryayê firehtir bike.”

REWŞA JINAN Û ROLA WAN DI RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DE

Her wiha Îlham Ehmed anî ziman ku siyaseta ku hêzên mezin dide meşandin bi armanca têkbirina serkeftinan e û got: “Armanca wan a sereke jin e, ji ber ku dizanin ew xwedî hêzeke mezin e di hemû qonaxan de.”

Îlham Ehmed wiha domand: “Tiştê ku em li ser dixebitin pêşxistina jinan û pêkanîna serxwebûna wê ya aborî û têkoşîna wê li dijî hişmendiyên paşverû ye. Lê tiştê ku em li cem hin jinan dibînin ku ew nikarin bi serbestî biryarên taybet bistînin û ji nav sînorên kevneşopiyên paşverû derkevin, di encamê de jî paş dikevin.”

Îlham Ehmed wiha destnîşan kir: “Tiştê ku divê em wek jin di Rêveberiya Xweser û sazî û rêxistinê jinan de bikin ew e ku em rola jinan di hemû aliyên jiyanê yên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de çalak bikin. Ev yek jî dê bi rêya çalakkirina jinan di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de pêk were, di serî de komîn, heta meclis û desteyan, piştre em bikaribin destkeftiyên wê yên di şoreşa jinan de bi dest xistine, biparêzin.”

 ‘GIRÎNGIYA BIDAWÎKIRINA SÛCÊN KUŞTINA JINAN’

Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Divê em tevahiya jinan di civakê de bi rêxistin bikin û xwe bigihînin her jinekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mafên wê bi wê bidin nasîn û erkên ku divê ew pê rabe ji bo azadiya xwe bi dest bixe. Her wiha derfetên kar ji jinan re peyda bikin bi taybetî di vê rewşa aborî ya zehmet de ku tê de jin di rêyên neyasayî de tên bikaranîn.”

Di raporê de gelek pêşniyar hatin kirin, wek avakirina navendên tenduristî ji bo dermankirina bikaranînerên madeyên hişbir, lidarxistina perwerdeyên havînê ji bo jinên ciwan, tevlêkirina Desteya Jinan di Meclisa Bilind a Plansaziyê de, avakirina saziyên jinan ji bo peydakirina derfetên kar ji wan re pêwîstiya çalakirina xebatên cezayî ji zêdekirina hewldanên têkoşîna li dijî jinan bi taybet kuştina jinan.

Civîn li pêşiya çapemeniyê girtî berdewam kir û tê payîn ku bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(mh)

ANHA