​​​​​​​Rêveberê HDP’ê yê Rihayê Omer Altun hate destgîrkirin

Rêveberê HDP’ê yê Rihayê Omer Altun, dema ji kongreya mezin a HDP’ê vegeriya, di têketina Rihayê de hat destgîrkirin.

​​​​​​​Rêveberê HDP’ê yê Rihayê Omer Altun hate destgîrkirin
4 tîrmeh, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Omer Altun (25) ku beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûbû, duh bi şev vegeriya Rihayê, di ketina bajêr de hat destgîrkirin. Hat zanîn ku Omer Altun li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye destgîrkirin. Altun li Midûriyeta Polîsan a Rihayê tê ragirtin û hat zanîn dê wî bibin Enqereyê.

Serdozgeriya Enqereyê duh daxuyaniyek nivîskî dabû û eşkere kiribû ku bi bihaneya “propaganda rêxistinê hatiye kirin” der barê Kongreya HDP’ê de lêpirsîn daye destpêkirin.