Li dijî Talîbanê êriş pêk hat; kuştî û birîndarên wê çêbûn

Li wîlayeta Herat a rojavayê Efganistanê, çekdarên nenas êrişî wesayîteke leşkerî ya Talîbanê kir, di êrişê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li dijî Talîbanê êriş pêk hat; kuştî û birîndarên wê çêbûn
4 tîrmeh, 2022   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li wîlayeta Herat a rojavayê Efganistanê, wesayîteke leşkerî ku endamên tevgera Talîbanê tê de bûn, ji aliyê çekdarên nenas ve rastî êrişê hat. Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahî hev du nagirin. Kanala Tilû News a Efganistanê da zanîn ku 3 kes hatine kuştin û 17 kes birîndar bûne.

Ajana ‘Herat News’ jî li gorî çavkaniyên xwecih ragihand ku 18 kes hatine kuştin û 2 kes birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyan, êrişkar 3 bûn, bombeyeke destan avêtin wesayîta leşkerî û gule li kesên tê de reşandin. Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku êrişkarek hatiye kuştin, her du yên din jî reviyane.

(cx)