Topbarana li ser rojhilatê Ukraynayê dewam dike

Di demekê de ku li Swîsreyê ji bo lidarxistina Kongreya Luganoyê ya têkildarî qonaxa ji nû ve avakirina Ukraynayê tê kirin, artêşa Rûsyayê piştî bajarê Lyschansk ê stratejîk kontrol kir, hewl dide dest deyne ser herêma Donbassê.

Topbarana li ser rojhilatê Ukraynayê dewam dike
4 tîrmeh, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî şerên giran ên li bajarê Lyschansk ê di hefteyên dawîn de, duh êvarê artêşa Ukraynayê ragihand ku ku ew ji bajêr vedikişin û da zanîn ku hêzên Rûsyayê li herêma Luhansk a rojhilatê Ukraynayê bi pêş de çûne.

Piştî ku artêşa Rûsyayê Lyschansk kontrol kir da ku piştre dest deyne ser herêma Donbass a pîşeyî ku piraniya niştecihên wê bi zimanê rûsî diaxivin û “cudaxwazên” alîgirên Moskovê ji 2014`an de beşeke wê kontrol dikin, diyar e ku artêşa Rûsyayê girîngiyê dide bajarên Sloviansk û Kramatorsk.

Serfermandariya Artêşa Ukraynayê vê sibê di civîneke çapemeniyê de got: "Dijmin baregehên me yên li aliyê Baxmut bi dijwarî topbaran dike."

Tevî ku şer hîna berdewam e, lê rojên duşem û sêşemê ji bo nîqaşa qonaxa ji nû ve avakirina Ukraynayê Kongreya Luganoyê dê li Swîsreyê li dar bikeve.

(eh)