​​​​​​​Ji HRE'yê çalakî: 3 çete hatin kuştin, 3 birîndar bûn

HRE'yê ragihand ku di çalakiyên wan ên li herêmên Bab û Ezazê de 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Her wiha du maşîneyên wan hatin rûxandin.

​​​​​​​Ji HRE'yê çalakî: 3 çete hatin kuştin, 3 birîndar bûn
2 tîrmeh, 2022   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 26 û 28'ê Hezîranê yên li Bab û Ezazê yên dagirkirî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

''Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, her roj li herêmê êrîşên dijwar li dar dixin. Gelê me yê ku piştî dagirkirina bajarê Efrînê neçar man ku koçber bibin, di vê koçberiyê de jî dibin hedefê êrîşên artêşa dagirker. Bi gefên dewleta Tirk a faşîst ku bi taybetî di demên dawî de li hember herêmê û gelê herêmê tê kirin, êrîşên çeteyên artêşa Tirk jî zêdetir bûne. Em wekî Hêzên Rizgariya Efrînê, wekî parêzvanên gelê xwe, ev hewldanên çeteyên dagirker yek bi yek bê bandor dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Di vê çarçoveyê de di rojên 26 û 28’ê Pûşperê de, li herêmên Bab û Ezazê derbên giran li çeteyên dagirker hate xistin.

Di roja 26’ê Pûşperê de, li herêma Babê, konvoyek çeteyên girêdayî koma Ehrar El-Şam ku ji bo teqwiya êrîşekê di nava liv û tevgerê de bû, hate hedef girtin. Di encamê de 2 maşîneyên çeteyan hatin rûxandin. 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Di 28’ê Pûşperê de, li herêma Ezazê dema ku grûbek çete amadekariya êrîşê dikirin, ji aliyê yekîneya me ve hate ferqkirin û di encamê de çeteyek hate kuştin.''

ANHA