Li Efganistanê di teqînekê de 10 kes birîndar bûn

Duh êvarê li nêzî dibistaneke li herêma Nangarhar a Efganistanê teqînek pêk hat, di encamê de herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Li Efganistanê di teqînekê de 10 kes birîndar bûn
2 tîrmeh, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Rûsya Today ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî herêmî, duh êvarê li herêma Rodat mayînek teqiyaye û di encamê de birîndar çêbûne ku rewşa hinekan ji wan xeter e.

Ji dema ku tevgera Talîbanê li Efganistanê hatiy ser hikumê û vir ve, li welat rêzeteqîn pêk tên û tevgereke berçav a DAIŞ`ê heye.

(dm)