Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî ku serdana Tirkiyê kir, dê îro biçe serdana Şamê û bi rayedarên hikumeta Şamê di nav de Wezîrê Karên Derve Feysal Mîqdad re bicive.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Şamê
2 tîrmeh, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnemaya El-Wetan a girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan dê bi hempîşeyê xwe yê Şamê Feysal Mîqdad re geşedanên dawîn nîqaş bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku Ebdullahiyan piştî ku serdana Tirikiyê, dê roja şemiyê jî serdana Şamê bike.

El-Kenanî destnîşan kir ku armanca vê serdanê ew e ku têkiliyên her du aliyan nîqaş bikin û têkildarî dozên herêmî û navnetewyî nêrînan bi rayedarên Şamê re parve bikin.

Li gorî rojnemayê, serdana Ebdullahiyan a ku Adara borî ji bo Şamê pêk hatibû, di çarçoveya ''şêwira berdewam ên du aliyan, nemaze digel guhartina naveteweyî, domandina danûstandinên têkildarî dosyayê nukleerî ya Îranê, gefên dewleta Tirk ên êrişên nû li dijî Sûriye, her wiha pêşketina hevkariya her du aliyan'' de pêk hatibû.

 (dm)