Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku Serêkaniyê di Cotmeha 2019'an de dagir kiriye, 14 dibistan, gelek mizgeft, dêr û saziyên xizmetguzarî yên navçeyên Til Temir û Zirganê wêran kirine.

Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
Li Til Temir û Zirganê wêrankirina dibistan, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê
30 hezîran, 2022   06:39
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ku di Cotmeha 2019'an de herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û gihaşt nêzî navçeyên Til Temir û Zirganê yên li bakurê rojavayê Hesekê, dest bi sûcên şer li dijî şêniyên herêmê kir.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji 2 salan ve rojane êrişî navçeyên Til Temir û Zirganê dikin û lihevkirina agirbestê û qanûnên navneteweyî binpê dikin.

Di encama êrişên dewleta Tirk de şêniyên herêmê koçber dibin, mal û milkên wan wêran dibin, zarokên wan ji perwerdeyê bê par dimînin.

Hêzên dagirker heta niha 9 dibistan li navçeya Til Temir wêran kirin. Dibistanên hatine wêrankirin ev in; Dirdara, Til Cûma ya Asûrî, El-Eboş, Um El-Kêf, Qibûr El-Qeracne, Guzeliyê, Til Tewîl a Asûrî û Dişêşe ne.

Li navçeya Zirganê dibistanên Eradê, Zirgan a seretayî, Til Xezîl, Esediyê û Hermil hatin wêrankirin.

Ne tenê dibistan, di heman demê de mizgeft û goristanên herêmê kirin hedef. Dewleta Tirk mizgefta gundê Tewîla, Dirdare û dêra Mar Sawa ya gundê ku Til Tewîl ê Asûrî û ziyaretê Til Şenan û Til Cûma ya Asûrî û mizgefta gundê Esediyê û mizgefta mezin a navçeya Zirganê kirin hedef.

Her wiha hêzên dagirker saziyên civakî û avahiyên xizmetguzariyê yên navçeyên Til Temir û Zirganê topbaran kirin. Avahiya Meclisa Gel û Şaredariya Qibûr El-Qeracne yê Til Temirê topbaran kirin, toreyên kehrebe û navenda veguhestina kehrebeyê ya Til Temir zêdetirî 25 caran kirine hedef û di encama wê de derdora 50 gundên di navbera Til Temir û Zirganê de ji zêdetirî salek û nîv e bê kehrebe ne.

Li Zirganê di encama topbarana dewleta Tirk de Mala Gel a navçeyê, navenda tenduristiyê hatin rûxandin û şebekeya telefonê hate qutkirin.

Mamosteyê ku semîneran di Akademiya Civaka Demokratîk de dide Ehmed Heyder piştrast kir ku dewleta Tirk sûcên şer li dijî şêniyên herêmê pêk tîne ji ber ku avahiyên giştî dike armanc û got: "Hemû sûcên dewleta Tirk li pêşiya cîhan, dewlet û hêzên garantor pêk tên."

Heyder sedemên dewama êrişên dewleta Tirk û sûcên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye spart bêdengiya hêzên garantor û civata navneteweyî û got: “Her wiha bêdengiya rêxistin, aliyên navnetweyî û hêzên garantor rê li ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê vedike ku van sûcan li dijî herêmê pêk bînin.”

Heyder diyar kir ku ev yek qanûn, mîsaq û peymanên navneteweyî binpê dike û bang li civat û hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û erkê xwe di pêkanîna qanûn û erka mirovahî li hember Bakur û Rojhilatê Sûriye û şêniyên wê de bi cih bîne.

(dm)

ANHA