​​​​​​​Li Girtîgeha Sîncanê wê 30 girtî tev li greva birçîbûnê bibin

Girtiyên siyasî yên li Saziya Înfaza Ceza ya Ewlekariya Zêde ya Nimreya 2’yan a Sîncanê wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bikin.

​​​​​​​Li Girtîgeha Sîncanê wê 30 girtî tev li greva birçîbûnê bibin
30 hezîran, 2022   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, wê greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger îro (30’ê Hezîranê) were destpêkirin. Girtî sê roj in ji bo hişyariyê di greva birçîbûnê de bûn.

Girtiyê bi navê Îsmet Karak di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwazên wan û ji ber wê ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bikin.

Wê 30 girtî tevlî greva birçîbûnê bibin. Wê her carê sê girtî têkevin greva birçîbûnê û koma greva birçîbûnê pênc rojan carekê biguhere.

Girtî diyar dikin ku zextên li ser wan zêde bûne, mafê wan ê sohbet, spor û hevdîtina bi girtiyên din hatiye rakirin, ji ber wê ew dest bi vê çalakiyê dikin.