Malpera KJK’ê dest bi weşangeriyeke nû û xurtir dike

Malpera Komelên Jinên Kurdistanê bi boneya 30’ê Hezîranê salvegera çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeyneb Kinaci), dest bi weşaneke nû û xurtir dike.

Malpera KJK’ê dest bi weşangeriyeke nû û xurtir dike
30 hezîran, 2022   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK) di salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyeke fedayî kiribû, dest bi weşangeriyeke nû û xurtir dike.

Malpera KJK’ê ku sala 2013’yan hate damezirandin wê ji niha û şûnde 30’ê Hezîranê bi dîzayn û naverokek nû û xurtir dest bi weşanê bike.

Malpera nû a KJK’ê bi navnîşana ‘www.kjkonline.net’ bi zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî dest bi weşanê dike. Her wiha ji 6 sernavên weke; ‘Derbarê me, Şoreşa Jinê, Belgeyên KJK’ê, Nûçe, Abdullah Ocalan û Dîmen-Wêne li xwe digire

Li ser malperê di beşa derbarê me de; Modela Rêxistinî, Pergal û Saziyên KJK’ê û Dîroka wê, di beşa Şoreşa Jinê de; Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Şengal, Bakur, Başur û Rojhilat, di beşa belgeyên KJK de; Bîrdoziya Rizgariya Jinê, Jineolojî, Pergala Hevserokatî, Hevpeymana KJK’ê, Parastina Cewherî û Komkujiya Jinan, di beşa Nûçeyan de; Hevpeyvînan  û Daxuyaniyên KJK’ê, di Beşa Abdullah Ocalan de; Rêbertî û Hevaltî, Kuştina Zilamên Klasîk û Nivîsên Azadiyê’ û herî dawî di beşa Galerî de jî; Dîmen û Wêne li xwe digire.

‘XWE Lİ SER QADA BÎRDOZÎ, SİYASÎ, CİVAKÎ Û PARASTİN DE TÊKOŞÎNA XWE BİDOMÎNE, MEZİN BİKE’

KJK’ê li ser sazûmanî û naveroka nû ya malperê jî ev agahî da: “Armanca KJK’ê ew e; li ser bingehê civakî di çarçoveya paradîgmaya Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jinê de rêxistinkirina pergala konfederal a jinan û bi pêşengtiya jinan konfederalîzma demokratîk e. Ji bo vê bi zihniyet û sazîbûnên zayendî re tekoşîn dike. Her wiha li dijî pergala civakî ya dewleta baviksalar şer dike û pêşxistina nasnameya azad a jinan li hemû qadên jiyanê dike armanc. Ji bo vê jî wekî rêxistinbûyîna konfederal a jinan di pêşengtiya jinan de bi armanca pêşxistina demokrasiya civakî, têkoşîna xwe li qadên birdozî, siyasî, civakî û parastina xwe dewam dike, mezintir dike û rêxistinbûyînên pêwîst ava dike.

‘MODELA PERGALA DEMOKRATÎK Û KONFEDERAL ESAS DİGİRE’

KJK wekî komalên bêdewlet, ji bo jinan modela rêxistinbûyina pergala demokratîk û konfederal esas digre. Bi rêxistinbûyîna konfederal, ji herêman heta asta cihanî, ji jêr het jor bi modelên rêxistinbûyînên xweser û serbixwe, dike armanc ku rêxistinbûyîna jinê di ser baweriyan, nasnameyan û çandên cuda re pêş dike û azad dike. Li hemberî sazî û têgehên dewlet û yên ku ev jiyan li ser van esasan tahakkum û mêtîngerî çêdike, KJK li ser esasê civaka azad û jina azad, di nava hewldana pêşxistina sazî û têgehan de ye. Tu sazî bê têgeh çênabe. Ji ber vê jî bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê, xebatên avakirina civakî zêdetir kûr kiriye. Xebatên avakirina civakî redkirina afirandin û daneheven civakê nîne. Her wiha armanca wê ew e ku dûrketîn û xerîbketina ji nirxên civakî ji holê rake. Cewherê civaka exlaqî-polîtîk ji nû ve derxe holê û ji bo pêşxistina wê xebat bide meşandin.

BÛN PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNA JİNÊN CÎHANÊ

Bêrîvan (Binevş Egal) Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zîlan (Zeynep Kinacı), Şîlan (Meysa Bakî), Viyan (Leyla Muhammed), Ronahî (Şîrîn Elemholî), bi hezaran jinên pêşeng bi têkoşîn û berxwedana xwe bi qasî Tevgera Jinên Kurdistanê, ji bo tekoşîna azadi ya jinên cihanê jî rêûresmeke têkoşînê ya bi heybet afirandine.”