Ruxmî dijminahiyê, tevger û hevdîtin hene.. Çi li benda Rojhilata Navîn e?

Li gel serdana ku dê serokê Amerîkayê Joe Biden li herêmê pêk bîne, serokên dewletên herêma Rojhilata Navîn, hemû nakokî û dijminatiyên xwe derbas kirin û hevdîtin û tevgerên xwe zêde kirin. Li gel gotegotên têkildarî avakirina hêzeke “NATO” ya taybet bi Rojhilata Navîn û amadekeriyên li dijî Îranê û berdewamkirina rêgeha normalîzekirinê, li herêmê xeteke din derketiye pêş. Gelo çi tê çaverêkirin?

Ruxmî dijminahiyê, tevger û hevdîtin hene.. Çi li benda Rojhilata Navîn e?
27 hezîran, 2022   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Serokê Amerîkayê Joe Biden dê meha bê serdana Rojhilata Navîn, di nav de Îsraîl, Difa Xerbiye û Erebistana Siûdî bike.

Rayedarekî payebilind ê Rêveberiya Amerîkayê eşkere kir ku serdan beşek ji hewldanên DYA`yê ye ku careke din li ser asta navneteweyî çalak bibe û got berovajî rewşa wê ya beriya salek û nîvekê dema DYA`ê di tecrîdê de bû.

Heman rayedarî, diyar kir ku Biden bi dîplomasiya xwe û meşandina xebatan bi serokên herêmî re, şer di navbera Hemas û Îsraîlê de bi dawî kir ku di Gulana borî de pêk hatiye.

Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Amerîkayê re bi Kongresê re xebitî û milyarek dolar ji bo nûkirina qubeya hesin li Îsraîlê peyda kir. 

Biden dê di gera xwe de girîngiyê bide tevlêkirina Îsraîlê di herêmê de bi rêya lihevkirinên Ebraham ku ji Îmarat, Fas û Behrênê pêk tê û dê Amerîka hewl bide şirîkên xwe bi hev re kar bikin da ku Rojhilateke Navîn a pêşketîtir ava bibe.

Dê Biden bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas re li Dîfa Xerbiyê bicive û dê teqezî bi cudakirina her du dewletan bike, dê rêbazên çareseriya siyasî, pêkanîna jiyana birûmet, ewlehî, azadî, pêşketin ji bo her du gelên Îsraîl û Filistînê re nîqaş bike.

Dê ji Îsraîlê yekser biçe Cedayê û dê tev li civîna dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê bibe. Iraq, Misir û Udurn di rojeva serdanê de ne û dê civînên du alî bi hempîşeyên xwe yên Erebistana Siûdî û yên din re li dar bixe.

Dê serokê Amerîkayê, hewl bide agirbesta li Yemenê xurttir bike ku derbasî hefteya 9`an bûye.

GIRÎNGIYA SERDANA LI AMERÎKAYÊ ÇI YE?

Pisporê kar û barên Amerîkayê û endamê Partiya Komarparêz a Amerîkayê Beşar Cirar behsa vê mijarê kir û got: ''Serdana Joe Biden girîng e, ji ber ku berê Biden dema di Senatoya Amerîkayê de bû bi dehan caran serdana herêmê kiriye. Lê ev cara yekemîn e wek serokê Amerîkayê serdana Rojhilata Navîn dike. Girîngiya serdanê bi encamên wê ve girêdayî ye. Ne tenê derfetên erka serokatiyê ji bo cara duyemîn di hilbijartinan de bi dest bixîne, heman demê da ku partiya wî li ser desthilatê bimîne. Heke yên tên hêvîkirin, pêk werin, dê ji bo Partiya Komarparêz serkeftineke mezin be. Dibe ku rastî rûniştinên betalkirina erkê were, heke piraniyeke xurt di Senatoyê de peyda bibe. ''

ENERJÎ, ÎRAN Û NORMALÎZEKIRINA

Girêdayî girîngiya dosyayên li herêmê ji bo Washingtonê û dewletên ku dê di navîna Tîrmehê de serdana wan bike, Cirar got: ''Enerjî, Îran, normalîzekirina têkiliyên erebî bi Îsraîlê re, aştiya di navbera Filistîn û Îsarîlê de dê bibin rojeva serdanê. Heke di van de biserkeve, ji bo Biden dê mîna xewnekê be, nexasim ku li gorî komarparêzan, siyaseta wî ya derve li Ukrayna û Efganistanê bi bin ket. Dibe di payîza bê de serdana Taywanê bike. Dibe ku şansê Biden rind be ku xebatên aştiyê bi ser bixe yên ku bi Camp David di dema serokatiya Carter de destpê kirin, bi 2 lihevkirinên aştiyê bi desthilata Filistînê re xurttir bû. ''

Cirar behsa serdana bê ya Biden a ji bo Îsraîlê kir û wiha nirxandinên xwe dewam kir: "Ger wê bi Îsraîlê re dest pê bike, piştre Ramallah. Nexasim ku wî, erkê pêkanîna aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîlê û dewletên Ereb û Îsraîl de, ji bo gera xwe kiriye sernaveke girîng. Ew dixwaze şerma pêketî sivîk bike, dema kunamzetê serokatiyê bû, soz dabû ku piştî îdiayên hebûna têkiliyên Mîrzayê Erebistana Siûdî di kuştina rojnamevanî siûdî Cemal Xaciqcî de, Erebistana îzole bike. ''

Cirar diyar kir ku dibe derengxistina serdanê ji Hezîranê heta Tîrmehê bi danûstandinên bi Erebistana Siûdî re ve girêdayî be û wiha pê de çû: ''Dibe ku girêdayî rewşên di navbera Filistîn û Îsraîlê de be. Nexasim, nezelalbûna nakokiyên Mehmûd Ebas bi komên Fetih, Rêxistina Rizgariyê û Desthilata Nîştimanî re. Li aliyekî de kabûsa vegera Benjamin Netanyahu heye. Ez dibêjim kabûs, ji ber ku Biden mîna beriya wî Obama bi pêkanîna fişarê li ser Netanyahu de heta hindek mabû têkilî qut bibin, hat tawanbarkirin.''

CIVÎNA CEDA… ENERJÎ LI BERAMBERÎ EWLEHÎ Û DESTEKDAYÎNÊ

Her wiha Cirar anî ziman ku lidarxistina civîna dewletên Kendavê û yên Ereb a biçûk tevî  Misir, Iraq û Urdunê li Cedayê, ji bo hemû aliyan di nav de Îran a herî girîng e û wiha got: "Ji ber di radeya yekemîn de, normalîzekirina fermî ya Amerîkayê bi Erebistana Siûdî û mîrzayê welê Mihemed Bin Selman re ye. Her çiqas muxalif hewl bidin, vê normalîzekirinê xuya bikin ku ji serkeftina mezin bo Erebistana Siûdî kêmtir e, lê dê ev civîn di benda xwe ya yekemîn de, vê rastiyê bisepîne."

Cirar ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji van rastiyan, rêze rastî derdikevin pêş ku nabe siyaset bandor li aborî bike bi taybet piştî du salan li ser Koronayê û 4 mehan li ser şerê li Ukraynayê. Tevî taya kesên bi dosyaya jîngehê mijul dibin, lê enerjî dê li gorî têgeha xwe ya neritî mijara sereke be; petrol û gaz hîna li ser erşê ne, bi destê OPEC+ in. Tê de tevkariya Rûsya û Erebistana Siûdî heye ku nabe dest pê were kirin dema lihevkirinên nûkirina hevalbendiya siûdî û amerîkî bên nivîsandin. Emrê wê 8 serdem in ku rêgezên sabît hene, dosyayên ernerjiyê bi ewlehiyê ve girê didin. "

Li gorî çavdêran, sedema sereke ya hevdîtina di navbera Biden û Bin Selman de, destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê ye û daxwaza Washington e ku hevalbendên xwe yên neritî çalak bike da ku Moskovê li ser asta navneteweyî bixe nav tecrîdê. Washington ji bo vê armancê pêk bîne, hewl dide bi dijberên xwe re li Venezuela li hev bike, da ku telafîkirina terikandina petrola Rûsyayê. Di vir de Erebistana Siûdî dikare alîkariyê bide da ku Moskovê îzole bike, bi rêya bêparhiştina wê ji qezencên petrolê. Dê Erebistana Siûdî bi hêza xwe ya mezin a hilberandinê, kêmasiya sûka enerjiyê ya ku dê ji ber qedexekirina petrola Rûsyayê derkeve, dabîn bike.

Girêdayî têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Amerîkayê de, Cirar got: ''Di vê civînê de, dê daxwazeke siûd, kendavî û erebî hebe ku bi navê koalîsyonê dest bi rewşa hundirîn neyê kirin. Yanî bi awayekî din, zimanê fişarê bi dawî bû ku gelek caran digihaştin asta şantajê, bi taybet di dosyayên mafên mirovan de. Ji ber gelek kes li Erebistana Siûdî, ji ber binavkirina kolana balyozxaneya Amerîkayê lê ye bi navê Xaşiqcî nerazîbûn nîşan da, gihaşt wê astê ku navê Ebû Xerîb li şûna wê pêşniyar bikin. "

Der barê mijarên ku dê Biden li gel lidarxistina civîna kendavê nîqaş bike de Cirar got:' ''Jê dirêjkirina agirbesta li Yemenê, astengbûna danûstandinên Viyanayê yên bi Îranê re, danûstandinên neykser ên têkildarî zeviyên gazê li ser sînorên her du welatan li Deryaya Spî di navbera Îsraîl û Lubnanê (Hizbullahê) de. Ev bi giştî bi hemleyeke mezin a fişarê ve girêdayî ye ku bê navber didome û mezin dibe. ''

Cirar wiha pê de çû: ''Li gel danûstandinên li benda gera dawîn e ku dibe li Cedayê bê ragihandin, hedefgirtinên taybet, teqîn, şewatên xerîb li Îranê berdewam in. Wê li Cedayê, pergaleke parastinê ya îsraîlî, erebî û amerîkî dûrî dosyayên normalîzekirinê were ragihand da ku li hember Îranê bisekinin heke bifikire derbeyeke hewayî pêk bîne yan jî bersiva hedefgirtina kargehên xwe yên nukleerî bide.''

SÛRIYE JÎ HEYE

Girêdayî derfeta nîqaşkirina dosyaya Sûriyê di civîna Cedayê de Cirar got: ''Dosyaya Sûriyê, her tim di rojeva danûstandinên Amerîkayê de bi dewletên cîranê re ye. Tê gotin, dibe Biden heger guhertinekê di nêzîkatiyên rejîmê de nebîne, zextê bike  ku normalîzekirina bi Sûriyê re pêk neyên. Lê Hemas bi giştî bi biryara vegerandina têkiliyan bi Sûriyê re ne."

SERDAN Û HEVDÎTINÊN ZÊDE… ROJHILATA NAVÎN XWE AMADE DIKE

Beriya gera Biden, li Rojhilata Navîn tevger û hevdîtin zêde bûn. Mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman serdana Misir, Urdun û Tirkiyê kir. Her wiha mîrzayê Qeterê piştî salên demdirêj ên nakokiyê serdana Misirê kir.

Mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman serdana Tirkiyê kir, ku piştî kuştina rojnamevanê siûdî Cemal Xaşiqcî cara yekemîn Bin Selman serdana Tirkiyê dike.

Piştî danûstandinan, di daxuyaniya hevbeş a Erdogan û Bin Selman de hat destnîşankirin ku her duyan, pêşxistina têkiliyan û pêkanîna îstîsmaran di gelek qadan de di nav de enerjî û parastina nîqaş kirine.

Qiralê Urdunê Ebdullah El-Sanî ragihand ku ji bo avakirina eniyekê ji dewletên Ereb bi armanca parastina herêmê xebat berdewam in û diyar kir ku welatê wî, dê ji yekemîn dewletan be ku destekê dide avakirina NOTA`ya Rojhilata Navîn.

Di gelek raporan de hat destnîşankirin ku, îhtîmal heye di encama vê gerê de, li hember Îranê hêzeke parastina ya herêmî were avakirin ku ji Erebistana Siûdî û Îsraîlê pêk tê. Di vê çarçoveyê de heke pêk were, dê pêkanîna lihevkirinên Ebraham bigihêje Erebistana Siûdî nexasim li gel ku rêya vejandina lihevkirina nukleerî ya Îranê xitimî ye.

Li gel gotegotên li ser avakirina vê hêzê li dijî Îranê, Tirkiyê behsa operasyonên leşkerî yên hevbeş bi Îsraîlê re li dijî îraniyên ku Îsraîl wan dixwaze bigere, kir.

Girêdayî têkiliya serdana Mihemed Bin Selma bi gera bê ya Biden re lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Tariq Ziyad Wehbî got: ''Serok Biden ji ber gelek sedeman tê herêmê, ya yekê ji ber ku Amerîka hîna dosta herêmê ye û naxwaze herêm berê xwe bidin Rûsyayê. Her wiha Erebistana Siûdî dibîne ku piştî şerê li Yemenê ku ji bo Amerîkayê veguhertinek siyasî-stratejîk heye, divê peymana Siûdî ya der barê têkiliyên derveyê çarçoveya dîplomasî yên di navbera wê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bighêje hemû hêzên herêmê. Ev hewldaneke pêşîn a siyasî û dîplomasî ye da ku planeke yekbûyî li hemberî daxwaz û pêniyarên Biden deynin."

OPERASYONEKE LEŞKERÎ

Têkildarî armancên serdana Biden ji bo Rojhilata Navîn Wehbî wiha got: "Armanc ew e ku têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re li herêmê vegerîne, her wiha hin nêrînên Amerîkayê yên derbarê xalên girîng ên li herêmê şîrove bike, ji xalên herî girîng rawestandina lihevkirinên leşkerî yên bi Qiralyeta Erebistana Siûdî re ye. Îran jî wê mijara girîng e, nemaze ziyan gihandin projeya Îran li Iraq, Yemen, Sûriyê û Lubnanê. Li van hemû welatan muxalifên xurt ên Qiralyeta Erebistana Siûdî hene. Ev xeteriyeke mezin li ser ewlehiya herêmê û ewlehiya projeyên hevbeş û yên geşkirina ji bo welatên ku li derfetên pêşxistina aboriya xwe digerin."

Der bare bandorên van tevgeran li dosyayên herêmê Wehbî ev tişt got: "Mixabin ez dibînin ku serdanên Biden dê hîn zêdetir rê li ber Îsraîlê veke. Betalkirina parlamantoyê destpêka operasyoneke leşkerî ye ku bi diruşma parastina Îsraîlê, li dijî baregehên nûkleerî yên Îranê û baskên wê yên li herêmê, nemaze yên li Sûriyê, Lubnan û Xezayê were kirin."

) şx)

ANHA