​​​​​​​Ciwan Mistefa: Êrişên dagirkeriya Tirk bandorê li qada tenduristiyê li herêmê dikin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, qada tenduristiyê rûbirûyî xeteriyên trajedîk ên mezin dihêlin. Her wiha teqez kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî sozên xwe pêk bîne ku destekê ji kesên ku di şerê li hember çeteyên DAIŞ`ê de birîndar bûne re, pêşkêş bike.

​​​​​​​Ciwan Mistefa: Êrişên dagirkeriya Tirk bandorê li qada tenduristiyê li herêmê dikin
27 hezîran, 2022   00:45
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Li gel gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê, qada tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyî xeteriyên mezin maye.

Ji ber êrişên domdar sivîl bi giranî birîndar dibin. Ev yek yekser bandorê li qada tenduristiyê dike. Ji ber pêkanîna komkujiyan, hejemara şehîdan û birîndaran zêde dibin ku pêwîstiya wan bi dermankirina lezgîn û pêwîst heye.

'PÊWÎSTIYA ZÊDETIRÎ 500 BIRÎNDARAN BI DERMANKIRINÊ  HEYE'

Der barê mijarê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa balkişand ser bandora aloziya Sûriyê li qada tenduristiyê û got: “Piştî zêdetirî 11 salan, gelek qadên jiyanî yên herêmê zirar dîtin. Nexasim qada tenduristiyê ku hat dizîn û wêrankirin. Ji ber derfetên kêm jî, bi pirsgirkên cidî re rû bi rû maye.”

Mistefa wiha domand: “Ji ber şerên li herêmê û êrişên çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, bi hezaran welatî bûn qurban û bi sedan jî birîndar bûn, gelek ji wan astengdar bûn û zêdetirî 500 birîndar hene ku rewşa wan kirîtîk e.  Pêwîstiya wan bi dermankirina pêşketî ya lezgîn li derveyî herêmê heye, ji ber ku ji ber êriş û şeran derfetên tenduristiyê li herêmê kêm in.”

Desteya Tenduristiyê, di daneya xwe ya herî dawî de ku 22`yê Hezîrana 2022`yan derxistiye, eşkere kir ku ji ber êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 27 hezar kes birîndar bûne. Ji wan rewşa zêdetirî 500 birîndar kirîtîk e.

METIRSIYEN NU LI SER QADA TENDURISTIYE

Mistefa îşaret pê kir ku gef û êrişên dewleta Tirk a  ên li ser herêmê, bandorê li qada tenduristiyê dikin û wiha domand: “Ev gef û êriş, êrişên wê yên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê tînin bîra me ku di encamê de bi hezaran welatî ji malên xwe koçber bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Heman demê ev gef, di aliyên tenduristî û mirovî de li ser herêmê xeteriyeke din çêdikin. Ji ber her tim êriş bandor li qada tenduristiyê dike. Gefên nû yên dagirkeriya Tirk jî, vê qadê rûbirûyî rewşeke kirîtîk a xeter dihêle. Wê hejmara birîndaran zêde bibe ku pêwîstiya wan bi dermankirina pêşketî ya lez heye. Her wiha dê bi sed hezaran sivîl ji warên xwe koçber bibin ku dê pêwîstiya wan bi tenduristiyê û pêdiviyên tenduristiyê hebin.”

Ciwan Mistefa teqez kir ku ji ber aloziyan û êrişên domdar, qada tenduristiyê li herêmê bi awayekî berçav bi pêş neketiye û wiha pê de çû: “Hindek maye derfet û dema amûrên tenduristiyê yên li nexweşxane, saziyên tenduristiyê yên herêmê biqedin. Rewşa heyî ya qada tenduristiyê, nahêle em bi awayekî pêwîst alîkariya birîndarên şer bikin.”

SOZÊN LI BENDA PÊKANÎNÊ!

Der barê hewldanên Desteya Tenduristiyê yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê de, Mistefa got: “Me peywendî bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re danî, da ku di aliyê tenduristiyê de, alîkarî bide herêmên me. Koalîsyona Navneteweyî jî soz dabûn ku dê destekê bide birîndarên şerên li hember DAIŞ`ê. Lê ev soz hîna pêk nehatine.”

Ciwan Mistefa careke din bang li WHO û Koalîsyona Navneteweyî kir ku sozên xwe bînin cih, alîkariya şêniyên herêmê û birîndaran bikin.

LI GORÎ DERFETAN XIZMETA BIRÎNDARAN TÊ KIRIN

Di dawiyê de Ciwan Mistefa got: “Dorpêça li ser herêmê, bandorê li peydakirina derfetên tenduristî yên pêwîst dike. Em hewl didin hemû derfetên xwe bixin xizmeta birîndarên şer, lê ji ber dorpêçê, em nikarin madeyên tenduristiyê yên pêwîst derbasî herêmê bikin. Ji ber girtina deriyên sînor jî, bijîşk nikarin bikevin herêmê. Ev bi giştî bi awayekî mezin bandor li herêmê dike.”

Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ve, dorpêçeke tengav li ser herêmê hatiye ferzkirin. Dewleta Tirk a dagirker hemû deriyên sînor ên di navbera Bakurê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtin, her wiha deriyê sînor ê Til Koçer ê di navbera herêmê û Başûrê Kurdistan de bi vetoya Rûsya-Çînê hate girtin. Deriyê sînor ê Sêmalka jî dem demê ji aliyê PDK`ê ve tê girtin.

(şx)

ANHA