Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî zêdetir sed darên birîn.

Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê didome
26 hezîran, 2022   13:49
ŞEHBA

Çavkanî ji ajansa me re dan zanîn ku çeteyên “Lîwa Semerqend” ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundên Hec Qasima yl navçeya Mabeta û gundê Dela yê navçeya Şiyê yên Efrîna dagirkirî, bêhtirî sed dar birîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî guhartina demografî, polîtîkayên tirkkirinê, qirkirina xwezayê û talankirina şûnwaran didomîne.

Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê, dewleta Tirk û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve bêhtirî 34 hezar darên zeytûnan û yên daristanî birîne.

(mh)

ANHA