Li Helebê madeyên hişbirê hatin telef kirin

Di Roja Têkoşîna li dijî Hişbirê ya Cîhanê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê mîqadreke  madeyên hişbir û yên qedexekirî telef kirin û kesên wan difirotin girtin.

Li Helebê madeyên hişbirê hatin telef kirin
Li Helebê madeyên hişbirê hatin telef kirin
Li Helebê madeyên hişbirê hatin telef kirin
Li Helebê madeyên hişbirê hatin telef kirin
26 hezîran, 2022   13:18
HELEB

Di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî belavbûna madeyên hişbirê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê mîqdareke madeya hişbirê desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku 124 kîlo heşîşê (çawîrê), 210 gram heşîşa hevîr û 3 hezar 293 hebên hişbirê yên curbecur hatin girtin.

Par bazirgan û kesên ew made difirotin hatin girtin û sewqî dîwana edaletê hatin kirin û tedbîrên qanûnî li dijî wan hatin girtin. Piştre dîwana Edaleta Civakî ya Helebê biryareke dozgeriyê bi jimareya /509/ da, ku ew hemû madeyên hatine desteserkirin di Roja Tunekırına Hişbirê ya Cîhanê de werin telefkirin.

Bi beşdariya nûnerên  Dîwana Edaleta Civakî û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ew made li dûrî herêmên niştecihan hatin telefkirin.

Ji endamê Dîwana Edaleta Civakî ya Helebê Mihemed Reşo spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku made telef kirin ku pêşî li belavbûna wê di hundirên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de digire.

Reşo da zanîn ku divê şênî bi aliyên peywendîdar ên ewlehiyê re hevkar bin da ku civak ji şerê taybet bê parastin.

Li dawiyê, Reşo bang li kesên van madeyan difiroşin kir ku ew ê li gorî qanûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser van kiryaran werin muhasebekirin.

Her wiha yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Qehreman Bekir got mijara desteserkirina van madeyên qedexe piştî gelek gilî hatin pêk hat. Bi wê re saziyên ewlehiyê kesên ew difirotin jî girtin.

Bekir da zanîn ku di encama şopandinê de ew şane hate bêbandorkirin û endamên wê hate girtin. Bekir diyar kir ku ew şane ne tenê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, lê belê li tevahî herêm û taxên Helebê ev made difrotin.

Qehreman Bekir li ser navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê soz da  tevahî şênî û pêkhateyên herêmê, ku  ew ê pêşî li vê diyardeyan bigirin û xebatê zêde ji dîsplînkirina ewlehî û îstîqrara li herêmê bidin.

(fr)

ANHA