Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan

Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wê konê sersaxiyê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate vedan.

Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
Li Reqayê ji bo şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî konê sersaxiyê hat vedan
23 hezîran, 2022   15:24
REQA

Li Reqayê ji bo cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wê, konê sersaxiyê ji bo du rojan ji ailyê Rêveberiya Xweser ve hate venda.

Bi sedan şênî, di nav de endamên saziyên sivîl, leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran herikîn bin konê sersaxiyê.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen axivî û got: "Dilovanî ji bo giyanê şehîd Ferhad Şiblî, şer û rûreşî ji bo Erdogan û hevalên wî. Şehîd Ferhad ji destpêka 2012'an ve li gel pêngavên leşkerî bû. Ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê endizyarê pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bû."

Xalid El-Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser têkoşer, binpêkirina serdestiya dewletên derdorê, her wiha bêdengiya dewletên têkildarî, bi taybet Amerîka, hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê û rejîma Şamê şermezar kirin û anî ziman ku ev bêdengî nîşan didin ku ew ji proje û felsfeya Rêveberiya Xweser ditirsin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenbûya ya Reqayê Îhtîmad El-Ehmed jî anî ziman "Ev kon îsrara me ya ji bo berxwedanê zêdetir dike. Xwîna şehîdan wê vala neçe. Em hemû di bin konê rûmetê de kom bûne, ku tu carî nebûye konê taziyê, lê konê hêz û berxwedanê ye. Erka me ye ku bi hev re bisînin û tola şehîdên xwe hilbînin û têkoşîna wan dewam bikin. Em soz dikin şehîdên xwe ku em ê armancên wan pêk bînin, herêmên dagirkirî rizgar bikin. Ji Reqayê em sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Dilovahî j bo şehîdnên azadiyê."

Her wiha cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha got: "Şehîd Ferhad ne yê malbatê tenê ye. Di vê demê de pêwîstiya me bi mirovên wekî Ferhad heye. Gotin li hemberî wesifdayîna vî kesî û hezkirina şêniyan jê re kêm dimîne."

Di merasîm de gelek helbest ji ser şehîd Ferhad Şiblî hatin xwendin.

Serdanên ji bo sersaxiyê hîna berdewam e û dê du rojan dewam bike.

ANHA