Dewleta Tirk di milkê koçberekî ermenî de cihekî olî ava dike

Dewleta Tirk a dagirker bi finanseya rêxistineke Kuwêtê, cihekî olî di milkê welatiyekî ermenî de ava dike.

Dewleta Tirk di milkê koçberekî ermenî de cihekî olî ava dike
23 hezîran, 2022   16:06
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecehî ji bajarokê Elî Baciliyê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî diyar kir ku rêxistina bi navê Şêx Zayîd a Kuwêtê dest bi avakirina cihekê olî kir.

Çavkanî anî ziman ku erdê ku cihê olê lê tê avakirin, li rojavayê bajarokê Elî Baciliyê nêzî kargeha xertûman e. Erdê ku firahiya wê 170 donim e, ayîdê welatiyê eremî yê bi navê Agob e ku hatiye koçberkirin.

Li kantona Girê Spî ya ku di Cotmeha 2019'an de hatiye dagirkirin, vekirina dibistan û cihên olî zêde bûne. Armanc ji van dibistanan belavkirin û propagendaya fikirê tundarw e.

Meha derbasbûyî, qaşo miftiyê Îtîlafa Sûriyê ya îxwanî, Usama El-Rîfa serdana kantonê kiribû û xebatên avakirina komele û dibistanên ku zarokên DAIŞ'ê fêrî fikirê tundraw dikin, şopand.