​​​​​​​‛Vîna me ji îxaneta we mezintir e’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê soz da ku ew ê tola şehîd Ferhad Şiblî hilînin û got "Dagirkeriya Tirk endamên ENKS’ê wek ajan li dijî vîna şêniyên herêmê bi kar tîne, em ji dewleta dagirker û ajanên wê re dibêjin vîna me ji îxaneta we mezintir e.”

​​​​​​​‛Vîna me ji îxaneta we mezintir e’
21 hezîran, 2022   12:04
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li qada Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Akademiya Şehîd Cûdî Ronahî Heco bi beşdariya malbatên şehîdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Careke din faşîzma Tirk erebeyên welatiyên ji Rojava li hundirê herêmên di bin serweriya hikumeta Başûrê Kurdistanê de dike hedef. Bi wê re cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker endamên ENKS’ê wek ajan li dijî vîna şêniyên herêmê bi kar tîne, lê em ji dewleta dagirker û ajanên wê re dibêjin vîna me ji îxaneta we mezintir e. Ev îxanet û hedefgirtin me natirsînin.

Em dayikên şehîdan ên li aştiyê digerin, ji xayînan re dibêjin êdî bes e îxanet û em careke din îxaneta we qebûl nakin. Hedefgirtina welatiyên Kurd li herêmên Başûrê Kurdistanê berpirsê hikumeta wê ye. Divê hikumeta Iraqê li beramber êrişên dewleta Tirk ên li hundirê xaka wê bê deng nemîne û welatiyên Kurd ên li hundirê xaka wê biparêze.

Em bang li gelên herêmê dikin ku nekevin xefika planên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha em soz didin şehîd Ferhad Şiblî û hemû şehîdan ku em ê tola wan ji xayînan hilînin."

(fr)

ANHA