​​​​​​​Li Silêmaniyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî tê xwestin

Dayikên şehîdan, hin partiyên li Başûrê Kurdistanê û tevgerên siyasî ji bo sersaxiya şehîd Ferhad Şiblî serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Silêmaniyê dikin.

​​​​​​​Li Silêmaniyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî sersaxî tê xwestin
21 hezîran, 2022   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê ya li Silêmaniyê serdanên sersaxiyê yên ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Serdanên sersaxiyê di roja duyem de ye.

Nûnerên Eniya Têkoşîna Gel, Tevgera Rizgarî, Komeleya Dadgerî, dayîka Şehîd Helmet, Navenda Alîkariya ya Hizbên Rojhilatê Kurdistan, Tevgera Azadî û Hizba Pêşketîxwaz ya Demokratîk a Kurdistanê serdana nûneriyê kirin û sersaxî xwestin. Serdanên sersaxiyê wê heya êvarî werin qebûlkirin.