​​​​​​​Lubnan, hikumeta Şamê û Misirê peymaneke gazê îmze kir

Lubnanê tevî hikumeta Şamê û Misirê îro peymanek îmze kir ku li gorî wê dê salane 650 milyon metrekab gaz di ser Sûriyê re ji Misirê veguhêzin Lubnanê.

​​​​​​​Lubnan, hikumeta Şamê û Misirê peymaneke gazê îmze kir
21 hezîran, 2022   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi merasîmekê li Wezareta Enerjiyê ya Lubnanê ku li Beyrûtê ye, Lubnan, hikumeta Şamê û Misirê ji bo salane veguhestina 650 milyon metrekab gazê ji Misirê bo Lubnanê bi rêya Sûriyê, peymanek îmze kir.

Li gorî peymanê, dê gaz bi rêya xetên gazê ji bo stasyona kehrebeyê ya Dêr Emar a li bakurê Lubnanê bê veguhastin, dibe ku nêzî 450 MW li torê bê zêdekirin anku rojane dê 4 saet zêdetir kehrebe bê dayîn.

Ev yek li gel aloziya nebûna kehrebeyê li Lubnanê pêk tê ku bandorê li warên din jî kiriye.