​​​​​​​QSD’ê li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

QSD’ê di operasyoneke li herêma Tebqayê ya li rojavayê Reqayê de serçeteyekî DAIŞ’ê girt.

​​​​​​​QSD’ê li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê girt
21 hezîran, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), yekîneyên wan ên taybet operasyonek li nêzî gundê Curniyê yê li gundewarên Tebqayê li dar xist û tê de serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê girt. Wî serçeteyî xwe veşartibû û di demên dawîn de dîsa ji DAIŞ’ê re dixebitî.

Navendê da zanîn ku bi serdegirtina cihê wî serçeteyî de ew hate girtin. Ew serçete berê beşdarî şerên li dijî QSD’ê yên li herêmên cuda bûye.

Navendê eşkere kir ku di operasyona serdegirtinê de gelek belge û alavên teknîk pê re hatine girtin.

Her wiha QSD’ê diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya operasyonên hevbeş ên hêzên wan  û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pêk tên, da ku DAIŞ û şaneyên terorîst gefan li ewlehiya şêniyan nexwin û êrişên wan ên li dijî nuqteyên ewlehî, leşkerî û saziyên xizmetguzariyê werin rawestandin.

(fr)