PADÊ lidarxistina Kongreya 9’emîn a PYD’ê pîroz kir

PADÊ, lidarxistina Kongreya 9’emîn a PYD’ê û hilbijartina hevserokên nû Asya Ebdullah û Salih Muslim pîroz kir.

PADÊ lidarxistina Kongreya 9’emîn a PYD’ê pîroz kir
21 hezîran, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ) bi peyamekê lidarxistina Kongreya 9’emîn a PYD’ê pîroz kir.

Di peyama PADÊ de ev tişt hate gotin:

"Em lidarxistina Kongreya 9’emîn a PYD’ê bi dirûşma "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" pîroz dikin. Ji ber ku PYD’ê yek ji girîngtirîn partiyên kurdî li Rojava ye û bang dike ku mafên kurdên li Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk di destûrê de were naskirin.

Em lidarxistina kongreyê li gelê xwe yên Rojava û tevahî endamên partiyê ku ji bo meclisa giştî hatine hilbijartinê pîroz dikin. Her wiha Asya Ebdullah û Salih Muslim ku bûne hevserokên partiyê pîroz dikin."

(fr)