Rojnameyên erebî: Nîvê sûriyên penaber nikarin bi awayekî ewle vegerin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa rewşa penaberên ji Sûriyê li seranserê cîhanê, binketina rêgeha destûrê ya Lîbya û rewşa Tûnisê kir.

Rojnameyên erebî: Nîvê sûriyên penaber nikarin bi awayekî ewle vegerin
21 hezîran, 2022   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

DI ROJA PENABERAN A CÎHANÊ DE: NÎVÊ SÛRIYAN VEGERA EWLE PEYDA NAKIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de got: “Li gorî rapora rêxistineke hiqûqî, nêvî penaberên ji Sûriyê bêyî pêkhatin demokrasiyê dê nikaribin bi awayekî ewle vegerin.

Li gorî rapora “Tora Mafên Mirovan a Sûriyê”, binpêkirinên li Sûriyê ji aliyê hemû aliyên şer û hêzên serwer ve tên kirin, hîna berdewam in. Ev binpêkirin sedema sereke ya koçberkirina sûriyan e. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penbaran, nêzî 13.4 milyon sûrî koçber û penaber bûne. Ji wan nêzî 6.7 zêdetirî carekê li nava Sûriyê bixwe koçber bûne, nêzî 6.6 milyon sûrî jî penaberî welatên derve bûne.

Hin binpêkirinên ku li dijî welatên li Sûriyê dimînin pêk hatine, di heman demê de li dijî penaberên ku ji ber şert û mercên dijwar ên hin welatên çûne wir û ji neçarî vegeriyane herêmên rejîmê yên ne ewle jî, pêk hatine. Li gorî raporê, ji binpêkirinên sereke yên li dijî penaberên vedigerin pêk hatine, binçavkirin, pê ve girêdayî îşkencekirin û windakirina bi darê zorê ye. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêka 2014`an ve heta Hezîrana 2022`an, herî kêm 3 hezar û 57 bûyerên binçavkirinê pêk hatine, her wiha 244 zarok û 203 jinên penaber ên vegeriyane Sûriyê (piraniya wan ji Lubnanê vegeriyane), hatine binçavkirin. Piştre hezar û 874 kesên binçavkirî ji aliyê rejîmê ve hatin berdan, lê 813 kes ji wan bi darê zorê winda bûne. Li gorî raporê, di heman demê herî kêm 72 bûyerên tundiya cinsî li dijî penaberan pêk hatine.

Di raporê de hate piştraskirina ku dersînorkirina penaberan ji aliyê hejmareke welatên Ewropayê ve, binpêkirina qanûna navneteweyî ye.”

PIŞTÎ BINKEFTINA RÊVEÇÛNA DESTÛRA LÎBYAYÊ LI QAHÎRAYÊ, DÊ ÇI BIBE?

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Binkeftina danûstandinên têkildarî rêveçûna destûra Lîbyayê li Qahîrayê gelek pirs der barê pêşdeçûnên bê li Lîbyayê de derxistin holê, bi taybet ligel tevgerên leşkerî yên li rojavayê welat. Piştî ku serokê hikumetê ku erka xwe bi dawî bûye û parlamentoyê bawerî jê kişand û li şûna wî deng dan Fethî Başaxa, li ser peywira xwe ma."

Şêwirmenda Sekreterê Giştî yê NY’yê ya taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams got danûstandinên destûrê yên navbera şandeyên parlamento û meclisa bilind a dewletê de bi bin ketin. Bi wê re li gorî aliyên siyasî yên Lîbyayê, Stephanie Williams di rewşeke zehmet de ye, ji lew re bang li serokê parlamento û meclisa dewletê kir ku civînekê li dar bixin. Her wiha parlamenter Emar El-Ebleq duşemê got serokên meclisa parlamentoyê û meclisa dewletê Eqîle Salih û Xalid El-Muşrî tiştekî nû pêşkêş nakin û vexwandina wan ji bo civînê da ku mijarên bi girêk çareser bikin, hewldaneke da ku Stephanie Williams ji wê rewşa zehemt derxin, piştî ku di lidarxistina civîna berê de bi bin ket.

El-Ebleq ji medya herêmî re got, Stephanie Williams dixwaze tiştekî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY’yê bike da ku li xebatên wê yên Lîbyayê zêde bibe. Lê Stephanie Williams li gorî guhartina destûrê ya 12’yemîn ku parlamentoyê derxistiye, tevnegerî. El-Ebleq destnîşan kir ku binkeftina danûstandinên Qahîra ji destpêka civînan ve xuya bû. Lê nûnera navneteweyî bi daxuyaniyekê got komîteya hevbeş gelek lihevkirinên li ser madeyên bi nakok di reşnivîsa Lîbayayê de li hev kirine.”

SEROKÊ TÛNİSÊ REŞNIVÎSA DESTÛRA NÛ WERGIRT

Girêdayî rewşa Tûnisê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Di daxuyaniya serokatiya Tûnisê ya duh de hate gotin ku serokê komîteya destûrê reşnivîsa destûra nû radestî serok Qeys Seîd kiriye. Qeys Seîd, koordînatorê Desteya Nîştimanî ya Şêwirê ji bo komara nû Sadiq Belîd pêşwaz kir.

Di hevdîtina wan de nîqaşên li ser têgeh, fikrên nû, diyaloga berê û gelek nêrînên berê derketine hatin kirin.

Serokê Tûnisê Qeys Seîd da zanîn ku projeya destûrê ne ya dawî ye û hin madeyên wê divê lêvegerîn û gelek fikirandin li ser werin kirin.

Seîd niyet dike ku têkildarî destûra nû di 25’ê Tîrmehê de referandûmê çêbike.

Li gorî Skya News El-Erebiye, yekşemê bi sedan tûnisiyan xwepêşandan li dar xist, projeya guhartina destûrê û pêşniyarkirina referandûmê ji bo wê şermezar kirin, her wiha gotin divê serokê welat û 57 dadger ji erkên wan bên derxistin.”