Li gundekî Wanê polisan di dema binçavkirinê de li jinan xist

Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê polîsên ku ji bo binçavkirina welatiyê bi navê K.A. hatin mezrikê bênavber qederekê ber bi hewayê ve çek teqandin û li jinên ku li ber vê yekê rabûn xistin.

Li gundekî Wanê polisan di dema binçavkirinê de li jinan xist
20 hezîran, 2022   20:35
 NAVENDA NUÇEYAN

Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê polîsên tevgera taybet ên ji bo binçavkirina welatiyê bi navê K.A. hatin mezrikê bênavber qederekê ber bi hewayê ve çek teqandin. Jinên ku li ber vê yekê rabûn jî hatin derbkirin.

Di dîmenên hatin girtin de tê dîtin ku gelek polîsên tevgera taybet dora mala K.A. girtine û bera hewayê didin û bi tahdeyê K.A. binçav dikin.