Şanaz Ehmed: Nabe xêrên ser erd û bin erd ên Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê biçin

Endama Desteya Giştî ya Nivîsgeha Siyasî ya YNK`ê Şanaz Îbrahîm Ehmed ji bo sersaxî ji bo şehadeta Ferhad Şiblî bixwaze, serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir. Şanaz Ehmed got, nabe dahat, destkeftî û xêrên ser erd û bin erd ên welêt ji bo Tirkiyê biçin.

Şanaz Ehmed: Nabe xêrên ser erd û bin erd ên Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê biçin
20 hezîran, 2022   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo xwestina sersaxiyê, îro şandeyek Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) serdana navenda nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê kir.

Der barê serdanê de malpera nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê ev agahî parve kir; di serdanê de endama Desteya Giştî ya Nivîsgeha Siyasî ya YNK`ê Şanaz Îbrahîm Ehmed got: "Nabe ku dahat, destkeftî û xêrên ser erd û bin erd ên Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê biçin û Tirkiyê bi rêya wê me bikuje.”

Şanaz Ehmed diyar kir ku serokê dewleta Tirk a dagirker bi zimanê şermezarkirinê fêm nake û got:" Bila li dawiya Hitler û Sedam binêre."

Balafireke bê mirov a dagirkeriya Tirk li herêma Kelar a parêzgeha Silêmaniyê wesayîteke ku cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebera a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî tê de bû kir hedef. Di encam de Ferhad Şiblî ku ji bo tedawiyê çûbû Başûrê Kurdistanê û 3 hevalên wî şehîd bûn.

(şt)