HDP`ê li Beyrtûnê bi tevlêbûna rojnamevanan panelek li dar xist

HDP`ê li paytexta Lubnanê, Bêrûtê bi dirûşmeya “Sekna li hember qedexekirina pirrengiya siyasî, çandî û etnîkî li ser asta hundir û projeya berfirehkirinê li ser hesabê gelên herêmê li ser asta derve” bi gelek rojnamevanan re panelek li dar xist.

HDP`ê li Beyrtûnê bi tevlêbûna rojnamevanan panelek li dar xist
20 hezîran, 2022   19:39
BEYRÛT

Di panelê de endama Komîteya Navendî ya HDP’ê û parlamenter ku bi eslê xwe Ereb e û ji Lîwa Skenderonê Tulay Uruc Xatîmoglu û parlamenter û endamê Meclisa Aborî ya HDP’ê Garo Bîlan ku bi eslê xwe ermen e axivîn.

Beşdaran destnîşan kir ku HDP’ê kedkaran, gundiyên berhemdar, pîşekarên biçûk, teqawîdan, jin, ciwan û kesên bindest ên hemû gelan û pêkhateyan, temsîl dike, da ku bi hev re li ser rêya yekitiyê bigihêjin armanca gelan ku demokratî li Tirkiyê pêk were.

Her wiha beşdaran diyar kirin ku HDP’ê xwedî helwesteke erênî ye der barê doza jinan a di nav pergalekê de ku bi piranî mêr tê de xwedî bandor in. Vê pergalê ku rehên xwe berdane nav civakê û zordestî û desthilatiyê dide mêran, weke cureyeke paşguhkirin û çewisandina aliyên din dibîne.

Beşdaran xuya kirin ku HDP’ê hertim li dijî tunekirin û qirkirina li ser jinan e, û hertim piştgiriya têkoşîna jinan a ji bo azadiyê dike û ew ji bo bidestxistina azadiya jinan tevdigere.

Her wiha anîn ziman ku partî ji bo birêxistinkirina jinan dixebite, ji bo şikandina qeydên li ser wê û rakirina zahmetî û astengiyên ku li pêş birêxistinkirina wê derdikevin, dixebite. Her wiha ew hertim piştgiriyê dide tevgerên jinan.”

Beşdaran di dawiyê de destnîşan kirin ku gelên Tirkiyê ji hemû çand û zimanan hêzeke xurt ava dikin ku dikare bibe alternatîfeke xurt li şûna siyaseta du şepelan ku rikberiya hevdu dikin ji bo dirêjkirina temenê pergaa heyî. Ne girîng e gel pergala lîbralî ya nû û li dijî demokratiya ku desthilatdar ferz dike, qebûl bike. Têgehên tirkî yên îslamî û netewperest tercîh bike.  

(mh)

ANHA