Ciwanên PYD`ê: Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê çalakiyên me dewam bikin

Ciwanên PYD`ê ya bajar Hesekê teqez kir ku ew dê çalakiyên xwe dewam bikin heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin û dê bi HPG`ê re li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Paratinê yên Medyayê bisekinin.

20 hezîran, 2022   18:35
HESEKÊ

Ciwanên PYD`ê bi dirûşmeya "Dem dema azadiya rêber Apo ye" meşek bi meşeleyan li dar xist. Di meşê de banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hate kirin û êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin her wiha teqezî bi destekdayîna ji HPG`ê re hate kirin.

Meş ji çerxerêya El-Kenîsa ya li taxa Til Hecer dest pê kir. Bi dehan ciwanên PYD`ê tev li meşê bûn û wêneyên rêber Ocalan, wêneyên şehîd Ferhad Dêrik, ala PYD`ê, ala Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û meşele hildan.

Meş li çerxerêya Merşo rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Ciwanên PYD`ê ya bajarê Hesekê Mîdya Ebdurehman axivî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di kesayeta rêber Ocalan de hemû gelên herêmê dike hedef da ku îradeya wan têk bibe.

Mîdya Ebdurehman diyar kir ku ciwan dê çalakiyên xwe dewam bikin heta azadiya fîzîkî ya rêbertî bidest bixin, dê bi HPG`ê re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bisekinin.

Mîdya Ebdurehman got dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin, dê li hember hemû êrişên li ser herêmê bisekinin û dê li hember hemû dagirkerên dixwazin xaka wan dagir bikin, bisekinin.

Mîdya Ebdureham bang li hemû ciwanan kir ku dakevin qadên azadî û têkoşînê, destekê bidin hêzên leşkerî da ku planên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, têk bibin.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û silavkirina berxwedana HPG`ê bidawî bû.

(bx)

ANHA