Li Tebqayê ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê îro li bajarê Tebqayê komxebatek lidar xist û tê de rêbazên deweta Osmanî, projeya wê ya berfihrekirinê û xalên hevbeş ên di navbera siyaseta osmanî û kirinên dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya AKP`ê de, hatin nîqaşkirin.

Li Tebqayê ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
20 hezîran, 2022   14:23
TEBQA

Komxebat li hola Partiya Sûriya Pêşerojê hate lidarxistin. Endamên saziyên sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Tebqayê û endamên Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de sînevizyonek têkildarî dîroka dewleta osmanî, timayên wê yên kevin, kîna wê li hember hemû pêkhateyan ku xwe di bin navê Îslamê û şerê terorê de vedişêre hate pêşandan.

Paşê beşdaran rêbazên dewleta osmanî ji destpêka damezirandinê ve, çawa qebîle bûn û xwe dispartin êrişkirina li ser herêmên derdor, împeratoriya osmanî bi siyasetên şofînîst ên berfireh û netewperest ava kir û di vê yekê de xwe dispart kuştin, koçberkirin û guhertina demografiyê nîqaş kirin.

Beşdaran destnîşan kir ku tişta îro neviyên osmaniyan ên nû bi serkêşiya zalimê serdemê Erdogan ku hewl dide xewnên osmanî û serdema wê împeratoriyê vejîne, heman rêbazê dijminane yên li hember dewletên derdorê bikar tîne, şerê projeyên demokratîk dike û hewl dide wan binpê bike, tevliheviyê di navbera pêkhate û olan de belav dike da ku biratiya gelan, tune bike.

Her wiha beşdaran teqezî bi aktîfkirina rola ciwanan di hemû waran de kir ji wan derxistina rola wan bi awayekî mezintir û girîngiya hişyarkirina ciwanan.

Di dawiyê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de encamên komxebatê hate eşkerekirin. Daxuyanî ji aliyê berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriy Pêşerojê Hesen El-Kino ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hemû rêbazên dagirkirinê, kirinên derexlaqî nemaze yên dewleta Tirk ji binpêkirin û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Her wiha teqezî bi îsrar û îradeya wan li hember van binpêkirin, kirinên derqanûnî, pîvanên navneteweyî hate kirin. Ji ber wê jî û ji ber encamên komxebatê plansaziyek ji bo xebatên tevgerên ciwanan hate dayîn ku wiha ye;

-Aktîfkirina komîteyên parastina cewherî

-Zêdebekirina panelan û eşkerekirina siyaseta Tirkiyê ya xwînrêj

-Lidarxistina civînên gelêrî û şîrovekirina siyaseta dewleta Tirk

-Aktîfkirina rola çapemeniyê di hemû waran de

-Vekirina kampên demsala havînê ji ciwanan re da ku werin perwerdekirin

-Lidarxistina meşan li ser asta herêman

-Avakirina navendên tenduristiyê bi serkêşiya ciwanan

-Zêdekirina dewreyên girtî û vekirî û dewreyên taybet ji jinan re

-Aktîfkirina şerê gel ê şoreşgerî û çalakkirina rola ciwanan tê de

-Lidarxistina civînên danesîna rola ciwanan di nava partiyên siyasî de

(bx)

ANHA