Bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê penalek li herêma Cizîrê hate lidarxistin

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Parêzeran a Cizîrê bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê panelek li dar xist.

Bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê penalek li herêma Cizîrê hate lidarxistin
20 hezîran, 2022   13:46
QAMIŞLO

Penal li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo, bi dirûşmeya “Koçberkirina bi darê zorê sûcekî dermirovî ye” hat lidarxistin. Di penalê de nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, yekitiyên civaka sivîl, parêzer û hiqûqnas û her wiha rêveber û xwendekarên Zanîngeha Rojava, beşdar bûn.

Beşê yekemîn ê penalê dê li ser du mijaran be, mijarê yekemîn mirovî ye û tê de dê raporek li ser rewşa penaberan û koçberên sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin, bê nirxandin. Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma dê vî beşî birêve bibe.

Mijarê din hiqûqî ye û dê rewşa penaberan û koçberên sûrî û projeya bicihkirina milyonek sûrî li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ji aliyê qanûnî ve bê nirxandin. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalî dê vî beşî birêve bibe.

Tê payîn ku panel bi encamnameyekê  bi dawî bibe.

(mh)

ANHA