Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê 89 şehîdên bajêr bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê li hola Mişwar a bajêr 89 şervanên QSD`ê yên di Adar, Nîsan û Gulanê de li deverên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê 89 şehîdên bajêr bi bîr anîn
20 hezîran, 2022   13:02
REQA

Endamên saziyên sivîl û rêveberên Meclisa Leşkerî ya Reqa tev li merasîma bibîranîna şehîdan bûn.

Destpêkê têkildarî nav, dîroka şehadeta şervanan û tevlêbûna wan sinivîzyon hate pêşandan.

Dûre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqa Ehmed Ebû Şemse axivî û îşaret bi rola şehîdan kir. Ebû Şemse diyar kir ku şehîdan bi canên xwe rêya azadiyê ronî kir û herêm rizgar kirin, lewma ew ê mîrasa wan a têkoşîner biparêzin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqa Ebdulselam Hemsork axivî û got: "Em îro şehîdên xwe ku bi saya wan em li ser vê xakê ne û ew ji terorê rizgar kirin, bibîr tînin."

Ebdulselam Hemsork soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan ên avakirina civakeke demokratîk û azad da.

Di dawiya merasîmê de mûm li pêşiya wêneyên şehîdan û nasnameyên wan hatin vêxistin.

(eh)

ANHA