Yekitiya Jinên Ciwan şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn

Bi rasthatina salvegera 2`yemîn a Komkujiya Helincê re Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist û tê de her sê şehîd; Zehra, Hebûn û dayika Emîne bi bîr anîn.

Yekitiya Jinên Ciwan şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
20 hezîran, 2022   11:53
KOBANÊ

Meşê ji rojhilatê gundê Helincê yê Kobanê dest pê kir û ber bi devera li gund hatibû armancgirtin ve çû.

Li wir hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û îşaret bi hedefgirtina jinên azad bi destê dewleta Tirk a dagirker kir.

Hebûn Mihemed da zanîn ku hedefgirtina jinên azad tê wateya şikandina vîna wan û wiha dewam kir: "Her wiha da ku destkeftiyan bi dest nexe, azadiya xwe û ya gelê xwe jî mîsoger neke, lewma divê li ser bingeha soza hemû şehîdên azadiyê heta pêkanîna xewanên wan ên azadî, demokrasî, edalet û wêkheviyê, em xeta têkoşînê xurt bikin."

Piştî axaftin bi dawî bû, beşdar ber bi malê ve çûn ku 23`yê Hezîrana 2020`an balafirên artêşa Tirk a dagirker kiribû armanc û di encamê de 2 endamên Koordînasyona Kongra Star Hebûn Mele Xelîl û Zehra Berkel û xwediya malê Emîne Weysî şehîd bûbûn.

Ev mal dûre bû muzexane û bîranîn her sê şehîdan lê bi cih kirine.

(eh)

ANHA