PYD bi kongreya xwe ya 9`emîn hewl dide stratejiya şerê gel ê şoreşgerî aktîf bike

PYD’ê bi rêya kongreya xwe ya 9’emîn hewl dide li gorî qonaxa heyî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî aktîv bike.

PYD bi kongreya xwe ya 9`emîn hewl dide stratejiya şerê gel ê şoreşgerî aktîf bike
19 hezîran, 2022   07:42
HESEKÊ

Bi dirûşma "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin", li gorî rêziknameya partiyê ku her du salan kongre bê lidarxistin, duh 9'emîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê dest pê kir.

Li gorî komîteya amadekar, 700 delege ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê tev li kongreyê bûne.

Beşdarên kongreyê, lidarxistina kongreyê gaveke girîng dibînin ji ber ku dê li gorî qonaxa heyî stratejiya nû ya partiyê diyar bike da ku bikare pirsgirêkên heyî çareser bike.

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê şaxê Reqayê Xazî Yasîn îşaret bi girîngiya lidarxistina kongreyê kir û got: "Lidarxistina kongreyê ligel xitimîna çareseriyê li Sûriyê girîng e, ji ber ku dewleta Tirk êrişî Sûriyê dike û gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, her wiha hewl dide avahiyên mêtingeriyê lê ava bike û guhartina demografiyê çêke."

Xazî Yasîn diyar kir ku di qonaxa heyî de divê biryarên li gorî rewşê ji kongreyê derkevin, da ku projeya dagirkeriya Tirk û bandorên wê şîrove bike û projeyên modernîteya kapîtalîst jî dûr bixe û wiha domand: “Li aliyekî din divê nêrîneke siyasî ku karibe bibe deriyê çareserkirina aloziyê, peyda bike û teqezî bi girîngiya diyaloga sûrî-sûrî bike, ji ber ku çareseriyên derve bi kêr nayên çi biryarên NY`yê yên çareyên din dibin.”

Xazî Yasîn da zanîn ku lidarxistina vê kongreyê ji bo tevahiya gelê Sûriyê û Rojhilata Navîn gaveke girîng e û wiha pê de çû: “Da ku dozên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rastiya dagirkeriya Tirk bê danasîn û projeyên wê yên mêtîngeriyê ku hemû pêkhateyan dikin hedef, bên teşhîrkirin, her wiha da ku stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bê aktîvkirin.”.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê Mihemed Îbiş jî wiha axivî: "PYD li ser bingeha mîrateya hate damezirandin û dewam dike, ku li gorî her qonaxekê xwe nû dike. lewma lidarxistina kongreyê di vê qonaxa hesas de ji bo gelê herêmê û ji bo partiyê girîng e."

Kongre îro di roja duyemîn de dewam dike. Duh di roja yekemîn a kongreyê de rapora li ser dewreya partiyê ya borî hatibû xwendin û rewşa siyasî hatibû nirxandin.

Li gorî Komîteya Amadekar, tê payîn ku rapora salane ya PYD`ê were xwendin û rêziknameya wê were xwendin da ku li ser bê erêkirin. Her wiha dê hevserok û meclisa nû ya partiyê werin hilbijartin. Kongre dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA