Partiya Yekitî sersaxî ji malbata Ferhad Şiblî û Rêveberiya Xweser xwest

Sekretêrê Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (YEKITÎ) Mihyedîn Şêx Alî li ser şehadeda têkoşer Ferhad Şiblî, sersaxî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û êrişa dewleta Tirk a ku bû sedema şehadeta wî şermezar kir.

Partiya Yekitî sersaxî ji malbata Ferhad Şiblî û Rêveberiya Xweser xwest
19 hezîran, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

17` Hezîranê balafirên artêşa Tirk a dagirker erebeyek li herêma Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, kir armanc di encamê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Derveyî PDK`ê ku şirîkê êrişên artêşa Tirk a dagirker e hemû sazî û aliyên kurdî û iraqî ev êriş şermezar kir.

Têkildarî mijarê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekitî) sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan şermezar kirin.

Di peyama sersaxiyê ya partiyê de ev hate gotin:

"Em sersaxiyê ji malbata Ferhad Şiblî û endamên hevserokatiya Rêveberiya Xweser û hemû hevalên wî re dixwazin û dibêjin, me şehîd ji nêz ve nas dikir hem ji doz hem ji gelê xwe re wefedar bû. Şehîd Ferhad bê dudilî kar û xebat dimeşand û her tim bi hêvî bû û di nêzîkatiyên xwe de dilnizim bû.

17`ê Hezîrana 2022`yan balafirên dewleta Tirk li herêma Kurdistanê Iraqê şehîd Ferhad Şiblî kir armanc. Bûyera şehadetê dilê bi milyonan êşand û her kesî kiryarên Tirkiyê şermezar kirin.

Careke din em sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad Şiblî û hemû hevalên wî re dixwazin."

(eh)

ANHA