Parêzer: Ji bo hesabxwestina ji dewleta Tirk divê mekanîzmeyek bê danîn

Parêzer Ciwan Mihemed diyar kir ku NY’yê bi tenê çêkirina çekên kîmyewî qedexe nekiriye, qedexe li ser bikaranîn, veguhestin û deopokirina wan e jî û biryara 1540’an ji bo qedexekirina wan a herî girîng e, lê dewleta Tirk wê binpê dike û got “Ji ber ku hesab jê nayê xwestin bikaranîna van çekan dewam dike. Divê aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin da ku mekanîzmeyek ji bo hesabxwestinê bê danîn.”

Parêzer: Ji bo hesabxwestina ji dewleta Tirk divê mekanîzmeyek bê danîn
19 hezîran, 2022   05:51
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên bi çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û artêşa dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne.

Li gorî bîlançoya HPG’ê ji 14`ê Nîsanê heta 14`ê Hezîranê, artêşa dewleta Tirk a qirker di êrişên xwe yê qirkirinê de 779 caran çekên kîmyewî bi kar anîne.

Girêdayî mijarê parêzer Ciwan Mihemed axivî. Mihemed da xuyakirin ku ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar tîne, di salên 1980 û 1990`î gelek caran bi kar aniye û got: “Ji ber ku hesab jê nayê xwestin bikaranînê dewam dike.”

Ciwan Mihemed diyar kir ku têkildarî bikaranîna çekên nûkleer, çekên biyolojîk û kîmyewî di Konseya Ewlehiyê ya NY`yê, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) nîqaş pêk hatine, di encamê de ji bo qedexekirina van çekan hevpeyman û protokol hatine danîn û wiha got: “Bi taybet piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn biryar hatine dayîn ku ev çek bên qedexekirin, ji ber ku tenê bandorê li mirovan nakin, bandora wan li ser hemû zindiyan heye.”

Mihemed wiha pê de çû: “Di hevpyemanan de NY bi tenê qedexekirina çêkirina van çekan nekiriye, qedexe li ser bikaranîn, veguhestina wan çekan jî heye û nabe ew çek bên depokirin.”

Ciwan Mihemed bal kişand ser biryareke NY`ê û got: “Di nava hemû hevpeymanên ku pêk hatine, biryara Meclisa Ewlehiyê ya 1540’an a sala 2004`an, ji bo qedexekirina çekên kîmyewî ya herî girîng bû.”

Mihemed destnîşan kir ku ji bo qedexekirina çekên kîmyewî di 1972, 1993 û 1980`yî de hevpeyman derketin û wiha dom kir: “Tevî van hevpeymanan ji dewleta Tirk hesab nayê xwestin.”

Li ser karê komîteyên şopandina bikaranîna çekên kîmyewî jî Ciwan Mihemed got: “Komîteyên girêdayî van hevpeymanan gelek ve caran bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyên hin dewletan, tesbît kirin, lê belê ew dosya radestî Konseya Ewlehiyê nehatin kirin û biryarên di cih de nehatin girtin.”

Ciwan Mihemed da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a qirker gelek caran çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne, divê ew gaz bê tehlîlkirin û wiha pê de çû: “Li gorî belgeyên ku gihaştine destê me, DAIŞ`ê jî bi kar aniye û dewleta Tirk pê re hevkar bû, dewleta Tirk ew çek radestî DAIŞ`ê dikirin û ew jî li dijî hêzên YPG, YPJ û QSD`ê bi kar dianî. Jixwe li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker bi kar anî.”

Parêzer Ciwan Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Erka hikumeta Iraqê ye ku bi dosyayan bikaranîna artêşa dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re li dijî Başûrê Kurdistanê derxe. Divê aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin, da ku mekanîzmeyeke hesbxwestinê bê danîn.”

ANHA