Evîn Siwêd: Êrişa li dijî Ferhad Şiblî hedefgirtina Rêveberiya Xweser e

Nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî şermerzar kir û got ev êriş binpêkirina serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê ye.

Evîn Siwêd: Êrişa li dijî Ferhad Şiblî hedefgirtina Rêveberiya Xweser e
18 hezîran, 2022   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker duh sibehê bi balafireke bêmirov a biçek li herêma Kelar a Silêmaniyê erebeya cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî kir hedef. Di encamê de Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd li ser êrişê ji ANHA'yê re axivî.

Evîn Siwêd diyar kir ku cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî ji bo çêkirina hin testên tibî û tedawiyê hatibû Başûrê Kurdistanê.

Evîn Siwêd anî ziman ku êrişa li ser cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser êrişa li dijî Rêveberiya Xweser û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha anî ziman ku hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê berpirsên şehadeta Ferhad Şiblî ne û wiha domand: "Divê her du hikumet helwesta xwe li hemberî vê êrişî diyar bikin. Ev êriş binpêkirina serweriya Iraq û herêma Kurdistanê ye, her wiha binpêkirina Lihevkirina Viyanayê ya têkildarî têkiliyên dîplomatîk e."

ANHA