Ciwanên Girê Spî êrişa dagirkeriya li dijî Sinûnê şermezar kir

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk li dijî Meclisa Gel a Sinûnê ku di encamê de şehîd çêbibûn, şermezar kir û soz da ku li hember planên dewleta Tirk ên dagirkeriyê bisekinin.

Ciwanên Girê Spî êrişa dagirkeriya li dijî Sinûnê şermezar kir
18 hezîran, 2022   10:55
EYN ÎSA

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê ji aliyê endamê rêvber ê Komîteya Ciwanan Mecd El-Himêdî ve hat xwendin û bi dehan endamên saziyan û komîteyên kantonê tevlê bûn.

Di daxuyaniyê de, êrişên dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov ên biçek li dijî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê, ku di encamê di nav de zarok şehîd û birîndar çêbibûn hate şermezarkirin.

Ciwanan îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi rêvberiya malbata Barzanî û Encumena Nîştimanî ya Kurdî, yên ku hevkariya dewleta Tirk dikin da ku ewlehî û istîqrara herêmên Rêveberiya Xweser a Şengalê derbe bike, şermezar kir.

Ciwanan her wiha planên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Sûriye weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û avakirina avahiyên mêtîngeriyê ku armanc jê guhertina demografiya herêmê ye, şermezar kir.

Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de soz da ku bibin yekdest û piştgiriya hêzên leşkerî bikin da ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriye li hember planên dewleta Tirk a ku hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike, bisekinin.

(dm)

ANHA