Rojnameyên erebî: Sadir pişta xwe dide muxalefeta gel

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, têkiliyên Erebistana Siûdî û Tirkiyê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Sadir pişta xwe dide muxalefeta gel
18 hezîran, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SADIR PIŞTA XWE BI MUXALEFETA GEL GERM DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî kar û barên Iraqê wiha nivîsî: “Serokê Şepêla Sadir Muqteda Sadir hevalbend û hevrikên xwe carekê û endamên bloka xwe du caran şoq kirin. Cara yekemîn Sadir ji parlamenterên xwe xwest belgeyên îstîfakirina xwe ji parlamentoya Iraqê amade bikin û bixin bin kontrola wî.

Hevrik û hevalbendên Sadir ew yek wekîkaxizekê ku Sadir xwest li dijî wan bi kar bîne, nirxand. Lê belê parlamenterên Sadir kesî texmîn nedikir ku piştî çend rojan dê ji parlamentoyê îstifa bikin. Hemû hevalbend û hevrik bi vê yekê şoq man.

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Xalib Demî têkildarî mijarê ji rojnameyê re got: “Vekişîna Şepêla Sadir wekî ku xuya dike biryareke dawîn e, dibe ku ji aliyekî din ve ji bo hêzên Çarçoveya Koordînekirî xefikek be, ji ber ku niha di rewşeke aram de ye û hîs dike ku dê desthilat bi temamî bikeve bin kontrola wî.”

Mamosteyê Zanîngeha Iraqê Fadil El-Bedranî jî dibêje: “Vekişîna Sadir bê guman gaveke stratejîk e, ev yek Sadir di hevdîtina bi parlamenterên xwe re eşkere kir. Her wiha li şûna xebatên siyasî, muxalefeta gel pejirand. Sadir li alîgirên din digere, ew pişta xwe dide kişandina gel bi aliyê xwe ve û îflaskirina hevrikên xwe yên ji hêzên din.”

‘MIHEMED BIN SELMAN DIÇE ENQEREYÊ: SIÛDÎ ALOZIYÊ DERBAS DIKE, GELO DÊ ERDOGAN BÊ GUHERTIN’

Rojnameya El-Ereb jî behsa têkiliyên Erebistana Siûdî-Tirkiyê kir û got: “Serdana mîrzayê Siûdiyê Mihemed Bin Selman bo Tirkiyê peyamên bihêz dide ku Siûdiyê xirabiyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî doza Xaşiqcî ji bîr kirine. Lê belê pirsa tê bîra mirov ev e; gelo dê Erdogan nêrîna xwe li cîhanê re li gorî mîsogerkirina têkiliyên mayînde bi Siûdiyê û welatên din re biguherîne?

Çavdêrên Tirk dibêjin ku guhertina daxuyaniyên Erdogan di dema niha de, li derve ne cihê baweriyê ne, ji ber vê yekê ji bo îqnakirina veberhênan û turîzma Siûdiyê ye. Her wiha ji bo vegera têkiliyên aborî û bazirganiyê wekî beriya aloziya Xaşiqcî mîsoger bike.

Çavdêr dibînin ku guhertina li hember welatên Kendavê, bi taybet Siûdî û Îmaratê, di esas de vedigere zirarên ku gihîştine aboriya Tirkiyê bûne. Bi taybet di warê avahî, turîzm û rêzefîlmên dîrokî de ku piştî qutbûna serdanên ji welatên Kendavê zirarên mezin gihîştinê. Çavdêran her wiha diyar kir ku Erdogan zêdetirî carekê eşkere kir ku armanca wî ji têkiliyên bi welatên Kendavê re, başkirina aboriyê ye. Ev yek di daxuyaniyên wî û ragihandina peymanan heta beriya li ser bê lihevkirin, xuya bû.

Erdogan roja înê piştrast kir ku di 22`yê Hezîranê de bi armanca dan û standinên ji bo xurtkirina têkiliyan dê mîrzayê Siûdiyê bi serdaneke fermî biçe Tirkiyê.”

‘BAŞAXA Û KOMÎTEYA 5+5: ŞER VENAGERE LÎBYAYÊ’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Li Qahîreyê ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bi rêya civînên ku şaneya piştevaniyê ya navneteweyî sponseriya wan dike, hewldan tên kirin. Çavkaniyên xwedî agahî ji rojnameya El-Beyan re got hejmareke dosyayan bi awayekî berfireh di civînên Qahîreyê de tên nîqaşkirin, ya sereke bingeha destûrî, hilbijartin û rêveberiya qonaxa piştî bidawîbûna nexşrêya ku ji hevdîtina diyaloga siyasî derketiye û rêgirtina li vegera tundî û tevliheviyê ne.

Di civîna komîteya leşkerî ya hevbeş ‘5+5’ ya li paytexta Misirê de gelek dozên girîng tên nîqaşkirin. Hate teqezkirin ku çiqas nakokiyên siyasî pir bin jî, dê Lîbya venegere qonaxa şer. Beşdaran destnîşan kir ku erka artêşê parastina welat, welatî û destûr e û piştevaniya xebatên ji bo avakirina dewleteke sivîl, yekkirina saziya leşkerî û avakirina artêşeke bihêz dûrî siyasetê bi rêya avakirina komîteyên taybet bi vî tiştî ye.

Serokê hikumeta Lîbyayê Fethî Başaxa jî ji Reutersê re got: “Aloziya siyasî ya li welêt niha dê nebe sedema ku şerekî nû derkeve. Em bawer in ku dema hikumeta me budceyê werbigire û bi awayekî adil bê parvekirin, şêniyên li herêmên zevî û hîlala petrolê dê nebin asteng jinûve petrol bê derxistin an zevî bên astengkirin.”

(cx)