​​​​​​​Baregeha dewleta Tirk a li Başîkayê hate topbarankirin

Baregeha Tirkiyeyê ya li Başîka ya ser bi Mûsilê ve bi 5 mûşekan hedef hate girtin.

​​​​​​​Baregeha dewleta Tirk a li Başîkayê hate topbarankirin
17 hezîran, 2022   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Mûsilê, ji berî çend kêliyan, baregeha Beşîka ya Tirkyeyê bi 5 mûşekan hate bomberankirin. Nayê zanîn mûşek ji aliyê kîjan hêzê ve hatine avêtin.

Têkildarî ziyanê ti agahî nehatin bi destxistin.