Wezareta Karên Derve ya Iraqê: Em êrişên dewleta Tirk li ser Sinûnê  şermezar dikin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî êrişa dewleta Tirk a li ser Meclîsa Gel a Sinûnê got; “Êriş û bombebarankirinên dewleta Tirkiyê, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û em bi tundî şermezar dikin. Em ê dijî êrişên Tirkiyê tedbîrên pêwîst bigrin.”

Wezareta Karên Derve ya Iraqê: Em êrişên dewleta Tirk li ser Sinûnê  şermezar dikin
17 hezîran, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 15’ê Hezîranê de balafireke biçek û bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebarn kir. Di encama êrişê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bûbûn.

Li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker, Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş binpêkirinên eşkere yên serweriya xaka Iraqê ne û êriş bi zelalî li ser ewlekarî û welatiyên sivîl e. Wezaretê da zanîn ku di encama êrişa ser Sinunê de welatiyek şehîd bûye û hinek jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Êriş ewlekariya Iraq û aramiya xelkê dike hedef û dijî êrişan pêwîstî bi helwestek yekgirtû heye. Em ê dijî êrişên Tirkiyê tedbîrên pêwîst bigrin.