Mala Êzidiyan a Cizîrê jineke êzidî ji kampa Holê rizgar kir

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kampa Holê, jina êzidî ya bi navê Rosîta Hecî Baco rizgar kir. Rosîta Hecî Baco diyar kir ku ew ê vegere Şengalê da ku bi malbata kurmamê xwe yê li Til Qeseb a Şengalê re bijî.

Mala Êzidiyan a Cizîrê jineke êzidî ji kampa Holê rizgar kir
17 hezîran, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da û tê de hûrgiliyên rizgarkirina jina êzidî eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Bi hevkariya hêzên Asayîşê yên li kampa Holê em gihaştin dîlgirtiya êzidî Rosîta Hecî Baco ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiribûn, ew dîl girtin. Ji dema QSD`ê Baxoz rizgar kir Rosîta li kampê dimîne û hewl dida bi xezmên xwe re biaxive, lê ji ber hesabê cezayan dikir tiştek bi dest nexist.

Rosîta Hecî Baco 2006`an li Til Qeseb ê Şengalê ji dayik bû û 3`yê Tebaxa 2014`an dema bi malbata xwe re derketin çiya, ji aliyê rêxistina terorîst ve dîl hate girtin. Çeteyan bavê wê û 3 pismam û zarokên wan qetil kirin û jinên wan ji xwe re birin, dûre jî dayika wê xwe kuşt da ku terorîst wê nerevînin.

Rosîta Hecî Baco got ew ê bi malbata pismamê xwe yê li Til Qeseb re bijî.

Di dawiyê de em Mala Êzidiyan spasiya rêveberiya Asayîşê ya li kampa Holê û rêvebêran dikin ku bi me re bûn alîkar û Rosîta rizgar kirin."

(eh)

ANHA