Şêniyên Til Rifetê: Berxwedana me dê dewam bike

Şêniyên zirar ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser navenda Til Rifetê dîtiye, got berxwedana wan dê dewam bike.

Şêniyên Til Rifetê: Berxwedana me dê dewam bike
Şêniyên Til Rifetê: Berxwedana me dê dewam bike
Şêniyên Til Rifetê: Berxwedana me dê dewam bike
Şêniyên Til Rifetê: Berxwedana me dê dewam bike
Şêniyên Til Rifetê: Berxwedana me dê dewam bike
17 hezîran, 2022   12:35
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev navenda bajarê Til Rifetê topbaran kir.

Vê sibê jî balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker maleke ku 3 malbatên koçber ên ji Efrînê lê diman, kir armanc. Di encamê de ziyanên madî gihaştin malê.

Her wiha vê sibehê balafirên bêmirov li asîmanê bajarê Til Rifetê digeriyan ku broşuran biavêjin, lê ji ber hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê neçar man bi dûr bikevin.

/ar/uploads/files/2022/06/17/114804_akyd-mnd991an7e1_1.webp

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi welatiyê bi navê Egîd Menan re kir ku mala wî vê sihebê hatiye hedefgirtin. Menan got: "Dema balafirên bêmirov ên artêşa Tirk em kirin hedef, ez û malbata xwe li malê bûn. Tu kes birîndar nebû, lê zirarên madî bi malê de çêbûn û zarokên min pir tirsiyan. Li cihê hatiye hedefgirtin dilîstin."

Menan wiha axaftina xwe dewam kir: "Piştî derengiya şevê, artêşa Tirk a dagirker bi 10 topan Til Rifet kir armanc û ziyan gihaşt mal û milkên welatiyan."

/ar/uploads/files/2022/06/17/114746_aabdyn-shykhw7e1.webp

Zarokê bi navê Abdîn Şêxo jî ku nêzî devera topbaranê bû, got: "Dema top ketin, min û birayên xwe dilîst. Ji ber topbaranê em yekser reviyan hundir. Em dixwazin vegerin gundê xwe yê li Efrînê û li wir bi aramî bilîzin."

/ar/uploads/files/2022/06/17/114724_zynb-athman7e1.webp

Welatiya bi navê Zeyneb Osman a ku li heman mala hatiye hedefgirtin bû, got: "Rojane artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Til Rifetê topbaran dikin."

Zeyneb Osman diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker ji vê topbaranê ew e ku welatî ji Til Rifetê derkevin. Lê li dijî van êrişan, wan xeta berxwedana bijartiye.

(eh)

ANHA