Ji ber şeran li cîhanê zêdetirî sed milyon kes bi darê zorê koçber bûne

Rayedarekî navneteweyî hişyarî da û diyar kir ku eger dawî li şeran neyê û çareserî peyda nebin, dê hejmara kesên bi darê zorê koçber dibin bi rêjeyeke metirsîdar bilind bibe.

Ji ber şeran li cîhanê zêdetirî sed milyon kes bi darê zorê koçber bûne
16 hezîran, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, komîserê Bilind ê Kar û Barên Penaberan a NY`yê Filippo Grandi di civîneke çapemeniyê de got: "Ger cîhan krîza xwarinê ya di encama şerê Rûsya-Ukraynayê de çareser neke, ew ê hejmara penaberên bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne ku herî dawî sed milyon bû, zêdetir bibe."

Filippo Grandi got, çareserkirina aloziya bêewlehiya xwarinê ya cîhanî pir girîng e, da ku pêşî li koçberiya welatiyan were girtin.

Grandi got: “Eger hûn pirsa dê bibe çend ji min bikin, nizanim lê belê dê hejmarên pir mezin bin.”

Tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê bû sedem ku semad û genim li bazarê kêm bibe, pê re jî nirxên madeyên xwarinê bilind bibe û bi sed milyonan li cîhanê bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Beriya tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê di 24`ê Sibatê de dest pê bike, Ukrayna ji sedî 12 genim dide cîhanê, ji sedî 15 jî garis û ji sedî 50 zeyta berberoj derdixist.

Grandi da zanîn ku ger ev rewş yekser neyê çareserkirin ew ê karesat çêbibe.

Li gorî rapora salane ya komîseriyê ya têkildarî koçberiya li cîhanê, hejmara koçberên ku dawiya 2021`an bi darê zorê ji malên xwe derketine, 89.3 milyon e anku ji beriya deh salan duqatan zêdetir e.

Li bakurê Sûriyê, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de zêdetirî 600 hezar welatî ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Ne tenê niştecihên van herêman lê belê ji Idlib, Ezaz, Bab û Carablus jî welatî koçber bûn.

(eh)