Li ser sînorê Tirkiyê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li ser sînorê Tirkiyê operasyonek li dar xist û serçeteyekî DAIŞ’ê girt.

Li ser sînorê Tirkiyê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
16 hezîran, 2022   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê vê sibehê operasyonek li dar xist.

Operasyona Biryardariya Xwezayî ya Hêza Peywira Yekgirtî daxuyanî da û got: “Hêzên Koalîsyonê di 16’ê Hezîranê de li Sûriyê di operasyonekê de serçeteyekî DAIŞ’ê destgîr kir. Ev kes di nava rêxistinê de pisporekî çêkirina bombeyan e, li Sûriyê yek ji serçeteyên komê ye."

Nasnemaya serçeteyê DAIŞ’ê yê hatiye girtin, nehate eşkerekirin.