Sewsen Şoman: Kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

Koordînator û berdevka ‘Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan” Sewsen Şoman diyar kir ku kiryarên hikumeta Tirkiyê li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, binpêkirineke mezin a mafên girtiyekî siyasî ne. Sewsen bang li jinan kir ku ji nêz ve fikrên rêber Ocalan binasin, ji ber ku rêya xilasiya wan e.

Sewsen Şoman: Kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye
16 hezîran, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakger û aktîvîstên jin ên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di 4’ê Hezîranê de bi civîneke çapemeniyê ku li paytexta Lubnan Beyrûtê hatibû lidarxistin ‘Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ ragihand.

Têkildarî girîngiya destpêkirina vê însiyatîfê, kesayetên jin ên tê de beşdar, nêrîna wan ji bo rêber Abdullah Ocalan, rêbazên pêkanîna armancên vê însiyatîfê, asta bendora wê ji bo pêkanîna guhartinê û destpêkirina gavên pratîk ber bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve, koordînator û berdevka însiyatîfê Sewsen Şoman duh êvarê saet di 19:00’an de beşdarî bernameya taybet a ANHA`yê bû.

Sewsen Şoman di destpêka axaftina xwe de li ser însiyatîfê ev tişt gotin: “Însiyatîfa Nûn, tîpa ‘nûn’ nîşaneya jintiyê ye, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hat ragihandin.”

Li ser girîngiya destpêkirina însiyatîfên bi vî rengî û şert û mercên ku rêber Ocalan tê de tê ragirtin, Sewsen got: “Destpêkê dixwazim balê bikêşim ser şert û mercên ragirtinê, wekî girtiyekî siyasî ji aliyê qanûnî û exlaqî ve, rêber Ocalan ji hemû mafan hatiye mehrûmkirin. Mafên girtiyên siyasî hene, ya sereke danîna peywendiyê bi derve re, hevdîtina bi malbat û parêzeran re. Lê belê di rewşa rêber Ocalan de ev yek tune ye. Dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan binpêkirinan dike.”

RAGIRTINA NEQANÛNÎ

Sewsen Şoman wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Ocalan wekî girtiyekî siyasî ji mafên xwe bêpar e, tê zanîn ku mafên girtiyan di destûra Tirkiyê de hatine mîsogerkirin, her wiha Tirkiye peymanên navneteweyî yên mafên girtiyan mîsoger dikin jî, îmze kirine. Ev ragirtin û revandin ne rewa û ne qanûnî ye û li pêşberî çavê tevahî cîhanê pêk tê.

Sewsen bal kêşa ser şewata li Îmraliyê rû dabû jî û got: “Dibe ku ev şewat bi zanabûn hatibe derxistin. Heta niha hikumeta Tirkiyê peywendiyan bi rêber Ocalan re red dike. Ev tişt dijberî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye. Ev ragirtin, ragirtineke neqanûnî ye. Ji lewra ji bo xwedîderketina li rêber Ocalan gelek însiyatîf hatin ragihandin û li hemberî desthilata Tirkiyê deng bilind bûn.”

Di 27`ê Sibata 2020`an de li Girtîgeha Îmraliyê ku rêber Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, şewat derketibû. Hikumeta Tirkiyê û Komîteya Ewropayê ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) wê demê têkildarî rewşa rêber Ocalan tu daxuyanî nedan.

Têkildarî çalakiyên beriya ragihandina “Însiyatîfa Nûn” pêk hatine, Sewsen Şoman eşkere kir ku jinên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê cihê xwe di însiyatîfê de digirin û wiha pê de çû: “Ev jin bi vê dozê bawer in, dîroka wan a dirêj a têkoşînê û daxwaza mafên mirovî ew anîn gel hev. Beriya ragihandina vê însiyatîfê gelek civînên ferdî bi xwediya fikireya însiyatîfê mamosta Buşra Elî (Seroka Komeleya Jîn a Jinan) re çêbûn, piştre bi endamên însiyatîfê re gelek civîn hatin lidarixistin.”

‘ARMANC, AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN E’

Sewsen daxuyand ku têkildarî mercên ku rêber Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin û çalakiyên ku endamên însiyatîfê ji bo avêtina gavên berhemdêr ber bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve, dikarin bikin, hatine nîqaşkirin. Sewsen wiha domand: “Dewleta Tirk ne tenê girtina fîzîkî, lê belê girtina fikrî li ser rêber Ocalan dide meşandin, ew ji fikrên rêber Ocalan tirsiya, ji lew re destgîr kir û nahêle fikirên wî bigihêjin derve. Ji bo ku ev fikir dewam bike, me ev însiyatîf da destpêkirin.

Jinên ji Misr, Lubnan, Iraq, Filîstîn, Tûnis û Sûriye beşdarî însiyatîfê bûne û dîrokek wan a têkoşînê ya dirêj heye.

Sewsen her wiha teqez kir ku Însiyatîfa Nûn li ser esasê “yê li me xwedî derketî, em jî lê xwedî derkevin” hate ragihandin û wiha pê de çû: “Dema ku rêber Ocalan fikrê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk derxist û ev şartistanî pêşkêş kir, di hemû qadan de hebûna jinan misoger kir. Rêber Ocalan xwest jin bi hêz bin. Lidarxistina kongra û panelan û berdewamkirina wan ji bo blavkirina vî fikirî re. Wekî tê zanîn, gotin jî çek e û mejiyan dixe tevgerê, jilewra bandoreke mezin dike û dê bibe amûrek ji bo belavkirin û berdewamkirina vî fikirî.”

Sewsen destnîşan kir ku fikrê rêber Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê mafên hemû kêmnetewan û gelên bindest xwest, ji lewra rêber Ocalan rêberekî enternasyonalîst e û got: “Heta ku ev fikir berdewam e, dê ev însiyatîf jî bidome.”

Koordînator û berdevka Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman eşkere kir ku dê hemleyên têgihîştinê ji bo jinên din jî vebikin, da ku vî fikirî nas bikin, li rêber Ocalan xwedî derkevin. Sewsen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Ocalan bi mirovatiyê bawer kir, xwest ku mirov girêdayî koka xwe be, lê ev girêdan nebe sedem ku mirov yên din red bike. Xwest jin jî girêdayî jintiya xwe bin û di radeya yekemîn de bi doza xwe bawer bin. Ji ber ku, bawerî bawerî dihêle jin têkoşînê mezintir bike. Em jî bi dozê bawer in. Em bang li jinan dikin ku vî fikirî ji nêz ve nas bikin. Bila jin bi hêz bin û li her derê hebûna xwe nîşan bidin.”

(cx)