Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê revandin zêde bûye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa diyardeya revandinê ya li herêmên hikumeta Şamê, navlêkirina serokê hikumeta nû ya Lubnanê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê revandin zêde bûye
16 hezîran, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

“KOMÊN REVANDINÊ” KESÊN HEWL DIDIN JI DERAYÊ BIREVIN, DITIRSÎNIN’

Li ser rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di vê dawiyê de diyardeya revandinê li herêmên rejîma Sûriyê belav bûye, bi armanca ku fîdyeyan wergirin, bi taybet li herêmên bejahiyên Humsê. Ev kom sûriyên ku hewl didin bi rêyên neqanûnî derbasî Lubnanê bibin direvînin. Komên çekdar ên li herêmên rejîma Sûriyê kesên di van rêyan re derbas dibin, direvînin û şantaj dikin. Di vê dawiyê de 6 ciwanên ji Derayê û 2 ji Siwêdayê hatin revandin.

Kesekî li Derayê hatibû revandin ê 35 salî li ser vê yekê got wî xwest berê xwe bide Lubnanê da ku pasporta xwe ji balyozxaneya Sûriyê ya li Beyrûtê derxe, da ku biçe dewletên Kendavê bixebite û debara mala xwe ya li Sûriyê bike. Lê ji ber wî leşkeriya neçarî nekiriye, nikare bi rêya qanûnî di deriyên Sûriyê re derbas bibe, ji ber vê dê were girtin. Bi wê re piştî têkilî bi qaçaxciyekî Humsî re danî, rêya qaçax a ber bi Lubnanê ve hilbijart. Li gorî qaçaxcî komeke çekdar erebeya wan li ser rêya bakurê rojavayê Humsê ya li Qisêr ku tê de komên girêdayî Hizbullahê hene, sekinand. 3 ciwanên di erebeyê de revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Piştî 2 rojan telefonek ji malbatên revandiyan re hat. Kesên telefonî wan kiriye bi lubnanî û sûrî diaxivîn. Ji malbatan xwestin ku ji bo her yek divê 15 hezar dolar were dayîn ku berdin. Lê piştî dan û standinan fîdyeya ji bo her sê revandiyan bû 10 hezar dolar.

Çavkaniyên herêmî yên ji Siwêdayê jî got dema du ciwanan hewl da bi rêya neqanûnî ji Lubnanê derbasî Sûriyê bibin, komeke çekdar ew li bejahiya Qisêrê revand. Ew jî heman herêma ku tê de kiryarên revandinê tên kirin. Her wiha piştî navbeynkariya ewlehî û bangewaziyan malbatên wan ji bo serbestberdanê, ji bo her yekî 5 hezar dolar da.

Çalakgerên sûrî hişyarî li ser derketina neqanûnî ber bi Lubnanê ve yan jî vegera ji Lubnanê da. Ji ber komên çekdar ên kesan direvînin li herêmên bejahiya Qisêr a Humsê û geliyê Xalid ê Lubnanê hene. Çalakgeran got ew kom girêdayî Hizbullahê û komên girêdayî Dîfa El-Wetenî ya Sûriyê ne.”

‘LI SER SEROKÊ HIKUMETA NÛ, LI LUBNANÊ PARÇEBÛN HEYE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb ev nivîsî: "Gerînendetiya Giştî ya Serokatiya Lubnanê çarşemê got serokkomar Mîşel Ewn dê şêwirên parlamentoyê pêk bîne ku di 23’yê vê Hezîranê de navê serokê hikumetê yê erkdarkirî diyar bike. Lê serokê hikumetê yê kar û baran Necîb Mîqatî namzetê herî bişans e ku vê erka hikumeta nû pêk bîne."

Hizbullah û Tevgera Emel piştgirya Mîqatî ji bo erka serokê hikumetê dikin. Lê Şepêla El-Wetenî ya El-Hur ragihand ku ew careke din baweriyê nade Mîqatî.

Hizbullah û hevalbendên wê di hilbijartinên parlamentoyê ya 15’ê Gulanê de gelek parlamenterên xwe winda kirin. Bi wê re ew bêyî hevalbendan nikarin careke din bi Mîqatî re bibin alîkar.

Çavdêran got Partiya Hêzên Lubnanê ya bi serkêşiya Semîr Cece ku li ser hesabê Şepêla El-Wetenî ya El-Hur gelek deng di hilbijartinên qanûnas de bi dest xistin. Partiya Cece hewl dide hêzên muxalifên Hizbullah û hevalbendên wê kom bike da ku li ser namzetbûna serokatiya hikumetê û destekdayînê erê bikin.

‘XETEREYA PARÇEBÛNÊ LI LÎBYA ZÊDETIR DIBE’

Girêdayî rewşa Lîbya rojnameya Îtîhad El-Îmaratî wiha nivîsî: "Duh parlamentoya Lîbyayê budçeya giştî ya hikumeta Fethî Başaxa erê kir. Ev yek jî li hember xetereya parçebûna welat gefên mezin in.

Armanca budçeya ku parlamentoyê li Sertê ji bo fînansekirina hikumeta Başaxa daye ku nikarî derbasî Terablusê bibe, ji bo desthilatê ji hikumeta Ebdulhemîd El-Debîbe wergirin.

Berdevkê parlamentoyê got parlamentoyê biryar da ku budcç 89,7 milyar dînarê lîbyayî be anku 18, 6 milyar dolar.

Berdevk da zanîn ku di civînê de ji 165 parlamenteran 98 parlamenter amade bûn û 5 parlamenterên din jî dengê xwe ji dûr ve da.

Ev budçe di çarçoveya erkdarkirina hikumeta nû de ya ji hêla parlamentoyê di Sibata borî de pêk tê. Tevî ku hikumeta niha ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe bi biryara erkdarkirinê îtîraf nekir.

Hikumeta erkdarkirî ya nû û ya bi serokatiya Fethî Başaxa ragihand ku dê karê xwe li Sertê bike.”

(fr)