Helwestên iraqiyan li ser êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê û bêdengiya PDK’ê

Tevger, blokên parlamenteran û kesayetên iraqî êrişa li dijî Şengalê ya ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir, lê PDK heta niha li hember êrişa dewleta Tirk bê deng e.

Helwestên iraqiyan li ser êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê û bêdengiya PDK’ê
16 hezîran, 2022   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 2 caran Meclisa Gel a Sinûnê ya li Şengalê bombebaran kir, di encamê de gelek welatî birîndar bûn.

Piştî êrişê gelek aliyên iraqî bertekên xwe nîşan dan, lê PDK’ê ku şirîka dagirkeriya Tirk e, wekî her carê li ser rijandina xwîna Kurdan bê deng ma.

Sekretera giştî ya Tevgera Welatê Nîştimanî Zehra Bajarî bêdengiya hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser destwerdanên dewleta Tirk li hundirê xaka Iraqê rexne kir.

Zehra Bajarî ji ajansa Melûma ya iraqî re got: "Helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî pir lawaz e. Heke êriş, dagirkerî û binpêkirin ji hêla dewleta Tirk ve heye ku di encamê de welatî tên qetilkirin, divê Hikumeta Federal rola xwe ya parastina serweriya welat pêk bîne."

Zehra Bajarî wiha domand: "Şerm e êrişên leşkerî yên li hundirê Iraqê bêyî sekneke rasteqîn li hemberî wê, zêdegaviyan bidomin."

Zehra Bajarî destnîşan kir ku parlamento bi taybet jî komîteya ewlehî û parastinê divê der barê destwerdan û êrişên dewleta Tirk de roleke rasteqîn bilîzin.

Girêdayî mijarê endamê Îtîlafa Dewleta Yasa Kazim Heyderî da zanîn ku dewleta Tirk lingê xwe li bakurê Iraqê bi cih kir û bi hêsanî jê dernakeve, lê bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê dê bihêlin Enqere rûbera dagirkeriya xwe fireh bike.

Heyderî wiha got: "Dê Enqere ji bo vekişandina leşkerên xwe ji bakurê Iraqê bazariyan bi hikumeta Iraqê re bike ku gelek tawîzên mezin bi dest bixe."

Heyderî diyar kir ku Hikumeta Federal bi rêya civata navneteweyî û NY’yê û hêmana siyasî, nexasim dosyaya petrol dikare li hember dewleta Tirk bisekine û zextê lê bike ku ji Iraqê vekişe.

Li aliyekî din jî endamê Hevbendiya Fetih Hesen Salim diyar kir ku êrişa hovane ya dewleta Tirk li dijî malbatên li Şengalê xetereyeke mezin li ser serweriya Iraqê ye.

Hesen Salim bi twittekê got: "Êrişa hovane ya li dijî malbatên Şengalê, binpêkirina serweriya Iraqê ye."

Her wiha Ketaîb Hizbullah jî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê da zanîn ku bêyî lihevkirina giştî ya iraqiyan ev êriş nasekinin.

Ketaib di daxuyaniya xwe de got: "Êrişên dewleta Tirk ên bênavber li ser Iraqê ne tenê binpêkirina serweriyê ye, lê belê heqareta li dijî gelê Iraqê ye. Yên îdia dikin nûnertiya hikumetê dikin tenê li beramber van êrişên li dijî gelê me dikarin bêdengiyê bi kar bînin."

(fr)