Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin

Di nava bêdengiya navneteweyî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinên li dijî şêniyên Girê Spî didomînin. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî da ku li gel zêdebûna êrişan û bicihkirina malbatên çeteyan, dibe DAIŞ careke din zindî bibe.

Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin
Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin
Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin
Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin
Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin
Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin
Li herêmên dagirkirî, koçberî, talankirin, polîtîkayên tirkkirinê bê navber didomin
15 hezîran, 2022   05:40
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di encamên êrişên hovane de kantona Girê Spî  û Serêkaniyê di Cotmeha 2019'an de dagir kirin. Ji ber êrişan hemû qadan de ziyanên mezin çêbûn.

Hêzên dagirker li herêmên ku dagirkirine sûcên herî hovane, ji qetilkirin, koçberkirin, talankirin pêk tînin ku li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne. Her wiha bi rêya koçberkirina şêniyên resen ji malên wan û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan demgorafiya herêmê diguherîne.

Bi destpêkirina dagirkirina kantona Girê Spî re, zêdetirî 100 hezar kes ji kantonê  hatin koçberkirin. Niha li bajarên Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û gundewarên wê de di nava rewşên jiyanî û aborî yên zehmet de dijîn. Nêzî 6 hezar û 43 kes ji wan di Kampa Girê Spî de de dijîn. Kamp di 22`ê Mijdara 2019`an de ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve li nêzî gundê Til El-Semin ê bakurê Reqayê hate avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku hejmarek mezin a şêniyan da koçberkirin, dest bi desteserkirina mal û milkên wan kirin. Aliyên pêwendîdar got rûbera zeviyên çandinî ku ji koçberan hatiye desteserkirin nêzî 21 hezar hektar e.

Mal û milkên giştî ji zerara dewleta Tirk û çeteyên wê bê par nema. Hemû tovên di depoyên kantona dagirkirî de (Dehlîz, Sexrat û Şergirak) talan kir û ber bi hundirê Tirkiyê ve birin. Her wiha bi dehan dibistan girt û hin beş ji wan veguherand baregehên leşkerî ji wan Dibistana El-Elî Baceliye û Kefîfa. Bi vê yekê bi hezeran xwendekar ji xwendinê bêpar man.

Ji kirinên ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya wan nasnameya gelên herêmên dagirkirî binpê bike, gelek cihên şûnwarî yên kantonê talan kir ji wan Girê El-Dehlîz ê navçeya Silûk, Girê Sehlan ê li gundê Xirbet El-Riz, du cihên şûnwarî li gundê Hemam Tirkmen û ew jî bajarê El-Fawî û El-Sebî El-Beyed in. Her wiha derfet da dizan ku hin cihên din bikole.

Ajansa me xêzkirina wêneyên sultanên osmanî û serokên Komara Tirkiyî li ser girê Girê Spî, belge kir.

Bi armanca tengavkirina şêniyên mayî da ku neçarî koçberiyê bibin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên kuştin û talankirina mal û milkan didomine. Ev jî binpêkirineke ber çav a urf û adatên şêniyên herêmê û qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her demekê şêx û rûspiyên eşîrên herêmê direvîne. Di sala borî de ajansa me revandina 9 şêx û rûspiyên eşîra El-Bû Esaf a bajarokê El-Elî Bacilye belge kir ji wan kalepîrekî bi nexweşiya penceşêrê hebû, piştî hêrsa eşîrên herêmê serbest hate berdan. Her wiha 15 jin revandin di navde dayika pitikekî ku temenî wê 40 roj bû.

Her wiha ajansa me sala borî, navê jinên hatibû revandin belge kir ew jî ev in: Şama Feysel El-Ebdullah, Teyma Îbrahîm El-Eswed, Xewla Yasîn El-Mele ji bajarokê Hemam Tirkmen e, Emîne El-Hebîb ji eşîra Teyî ya erebî, ji bajarokê Silûk e, Ebîr Hisên El-Îsa  ji eşîra El-Bû Esaf, ji bajarokê El-Tirkmen, Maya Xelef El-Xelîl û pitika wê ya 40 rojî ji eşîra El-Bakyerat, Rewda Ebid El-Ehmed ji eşîra El-Tobal û ew jî du eşîrên tirkmanî ne, Zelxa El-Hisên ji eşîra El-Ehwes e, Fatma El-Giûd ji eşîra Cîs e, Ewiş Ehmed El-Iwêd ji eşîra El-Bû Esaf, ji bajarokê Elî Baciliye ye, Kefa El-Erîf ji gundê El-Hiwêca tevî pitik, hevjîn û bavê wê.

Di Mijdara 2021`an de hate belgekirin ku çeteyan erebeyek ji cûreya Pickup 3 jin ji bajarokê Silûk revand û ew jin jî li hêviyê bûn ku derbasî kilînka bijîşkekî li bajarok bibin ji wan Seher Mihemed El-Xelûf ji eşîra El-Merdat ji Hemam Tirkmen ê girêdayî kantona dagirkirî, hate naskirin.

Revandina şêniyan û serbestberdana wan li beramberî fidiyan ji bo çeteyan ji çavkaniyên bidestxistina pereyan e. Beriya çend rojan serçeteyekî li bermaberî serbestberdana Hafiz El-Casim ê ji bajarokê Elî Bacilye 11 milyon lîreyên sûrî ji malbata wî xwest.

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî dagir kiriye ve bi sedan çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên ku bi destê QSD’ê hatibûn têkbirin û reviyabûn Tirkiyê, bi xwe re anîn Girê Spî. Mîna serçete û endamên komên çeteyan ên Museb El-Bedir destekê dide wan ku di teqîna cerê gazê de hatine kuştin, her wiha ji bilî wan jî yên revîne Tirkiyê û sûcên dermirovî li dijî şêniyên herêmê kirine. Her wiha dagirkeriya Tirk malbatên DAIŞ’ê yên ji kampa Eyn Îsa revîne li malên koçberên kantona Girê Spî bi cih kirin.

Di du salên borî de komeleyên pakistanî û şîşanî yên radîkal dibistan ji bo xapandina zarokên çeteyan li kantona dagirkirî li bajarokê Hemam Tirkmen, Silûk û navneda kantonê vekir. Ew dibistan ji hêla îstîxbaratên Tirkiyê ve tên birêvebirin. Di destpêka meha Hezîranê de ajansa me serdana miftiyê îtîlafa muxalifê El-Dewyî El-Ixwanî Usama El-Rifaî ji wan dibistanan re belge kir. Ew dibistan zarokan fêrî terorîstê dikin da ku ji nû ve teror li wan herêman were belavkirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid beriya niha di hevdîtineke bi ANHA`yê re hişyarî ji vejandina terorê di şexsê DAIŞ`ê de li wan herêman, da. Bi taybet bi vekirina dibistan û komeleyên ku destekê dide wan. Her wiha Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku terora çeteyên DAIŞ`ê di destpêkê de ji herêma navçeya Silûk a girêdayî kantona dagirkirî di sala 2013`yan de derket û ew jî piştî ku dewleta Tirk hişt ew di sînor re derbas bibin. Çek û cebilxane da wan ku bihêle ew di wê demê de derkevin.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî guhartina demografîk pêk tîne, mîna li Efrîn, Cerablus û Serêkaniyê. Dagirkeriya Tirk bi hinceta avakirina "herêmeke ewle" û derxistina "penaberên sûrî" ji xaka xwe wê yekê dike. Dewleta Tirk a dagirker di 14’ê meha borî de 100 penaberên sûrî yên ji Heleb, Xûta Şerqiye û Idlibê ji Tirkiyê derxistin û li malên koçberan bi cih kirin, da ku piştre wan li avahiyên mêtingehiyê ku ava dikin bi cih bikin. Ew avahî bi pereyên komeleyên îxwanî tên avakirin.

(bx)

ANHA