ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2022
14 hezîran, 2022   23:00

-Suryan, Asur û Kilan ên li bajarê Hesekê bi merasîmekê qurbaniyên qirkirina Sêfo li Dêra Seyda Ezra ya bajarê Hesekê bi bîr tînin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û polîtîkayên guhertina demgorafî, Kongra Îslama Demokratîk kon li bajarê Qamişlo vedigire, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 107 a qirkirina Sêfo, Partiya Yekitiya Suryan çalakiyekê bi diruşma "Em dixwaze ev qirkirin di qada navneteweyî de were naskirin" li Hola Mar Gabrîel a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê bi meşekê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê mîhrîcanekê li Hola Tac a Reqayê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Pêşbirka Salane ya Hespan li bajarokê Giranîc li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, merasîmê bîranîna şehîdên mehên Gulan û Hezîranê li Goristana Şehîdan a Tebqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzerê Suryan Corc Hena diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan di felsefeya xwe de berjewendiyên civakê dike esas û ji ber vê yekê ji aliyê hêzên komploger ve rastî tecrîdeke giran tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku hemwextî tevgera balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herêmê bi awayekî rojane, dewleta Tirk û çeteyên wê gundewarên rojhilatê Babê bi dijwarî topbaran dikin. Her wiha got, ew  amade ne li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Telet Yûnis li dijî gef û êrişên dagirekriyê yên dewleta Tirk girîngiya xurtkirina berxwedana li gorî şerê gel ê şoreşgerî destnîşan kir û got: "Divê hemû qad bibin qadên berxwedan û parastinê. Wê rengekî nû yê berxwedanê hebe ku dê dawî li dagirkeriyê werîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên bakurê Helebê yên li eniya şer bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re teqez kirin ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî projeya dewleta Tirk a dagirker a cihkirina penaberan li herêmên dagirkirî da û gotin, ev proje fitneyek dem dirêj û planeke nû ji bo qutkirina herêmên dagirkirî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nava bêdengiya navneteweyî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinên li dijî şêniyên Girê Spî didomînin. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî da ku li gel zêdebûna êrişan û bicihkirina malbatên çeteyan, dibe DAIŞ careke din zindî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Parlementerên Tevgera El-Sedir bi hev re îstîfaya xwe ji parlemantoya Iraqê pêşkêş kirin, ev pêngav Iraq vegerandina qonaxa destpêkê. Weke derbeke mezin ji bo hevalbendên El-Sedir ên weke PDK û hevbendiya El-Siyada ya Sunî tê bi navkirin. Encamên vê pêngavê çi ye û Iraq ber bi kuderê diçe?

- Ji danûstanên Astanayê yên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, 17 ger derbas bûn. Êdî encamên wê di hemû qadên jiyanî de ji bo gelê Sûriyê eşkere bûn. Ji encamên van civînan; herêm di navbera 3 saliyan de hate parvekirin, şênî hatin koçberkirin û guhertina demgorafî hate pêkanîn. Gelê Sûriyê bi fikar in ku dê tora 18'an çi bi welatê wan bike.

JIN

-Jinên Til Rifetê perwerdeya bikaranîna çekan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî dibînin. Biryara vê yekê piştî gefên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirineke nû li dijî herêmê hate dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA