Gelo wê tora nû ya Astana çi li Sûriyê bike?

Ji danûstanên Astanayê yên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, 17 ger derbas bûn. Êdî encamên wê di hemû qadên jiyanî de ji bo gelê Sûriyê eşkere bûn. Ji encamên van civînan; herêm di navbera 3 saliyan de hate parvekirin, şênî hatin koçberkirin û guhertina demgorafî hate pêkanîn. Gelê Sûriyê bi fikar in ku dê tora 18'an çi bi welatê wan bike.

Gelo wê tora nû ya Astana çi li Sûriyê bike?
15 hezîran, 2022   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Wezareta Derve ya Kazexistanê beriya çend rojan ragihand ku wê gera 18`an a civîna Astana li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan di rojên 15-16`ê Hezîranê de li dar keve.

GELO GARANTORÊN ASTANAYÊ ÇI BI DEST XISTIN?

Rûsya, Îran û Tirkiyê ji 23-24`ê Çileya 2017`an ve ji bo nîqaşkirina aloziya Sûriyê bêyî beşdarbûna xwediyên aloziyê, 17 torên civînan li dar xist. Lê rêbaza bazar û lihevkirinên siyasî lê serwer bûn. Beriya her civînekê asta nakokiyê li ser erdê zêde dibe û aliyê serketî, vê yekê di danûstandinan de bi kar tîne û bi veguheratina hegemoya li ser herêmê bi dawî dibin.

Têkildarî mijarê muxalifê sûrî, Nemrûd Silêman got: “Hegemoya van her sê dewletan; Rûsya, Îran û Tirkiye li Sûriyê heye. Ew dixwazin bi rêya sûriyan vê hegemoyê biparêzin û qet berjewendiya sûriyan ne xema wan e.” 

Têkildarî rola opozîsyona Sûriyê Silêman got: “Opozîsyon, pêwîstiyeke navneteweyî û herêmî ye ne pêwîstiyeke sûrî ye ji ber wê sûrî vê opozîsyonê red dikin.”

GERA NÎQAŞKIRINA DOSYAYÊN GIRÎNG

Li gel nakokiyeke mezin li cîhan û Sûriyê, dê gera 18`an a civînên Astanayê li dar keve. Der barê vê yekê de rojnamevan û pisporê kar û barên Tirkiyê Sarkis Kassargian got: “Ji ber şert û mercên heyî lidarxistina civînê di vê demê de girîng e. Ya yekemîn şerê Rûsya-Ukrayna û encamên wê. Ya din, zêdebûna gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dixwaze beşên din ji Sûriyê dagir bike, ya sêyemîn polarîzasyona tund li ser asta cîhanê û herêmê di navbera her du kutubên rojhilat û rojava de ye.”

'HELWESTA TIRKIYÊ LI HEMBER ALOZIYA UKRAYNA LI SER MASEYÊ`

Destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di Ukraynayê de û nakokiya rojavayî-rûsî li wir ji girîngtirîn dosyayan e.

Ruxmî ku Tirkiyê bi awayekî eşkere dijbertiya xwe li destwerdana Rûsya di Ukraynayê de diyar nekiriye, lê wê lihevkirina 'Montro' pêk anî, nehişt keştiyên din ên Rûsyayê di Deryaya Reş re derbas bibin. Herî dawî qada asîmanê xwe li ber balafirên Rûsyayê yên sivîl û leşkerî yên diçin Sûriyê girt.

Tirkiyê tenê xeta pêkanîna cezayan li dijî Rûsyayê bi kar neanî. Li gorî pisporan ev yek Rûsya razî nake.

HELWESTA RÛSYA LI HEMBER HEBÛNA ÎRANÊ Û ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ DI ROJEVA CIVÎNÊ DE YE

Li gel zexta rojava li ser Rûsyayê têkildarî Ukrayna, li gorî çavdêran, êdî ev zext bandor li Sûriyê jî dike. Di gelek raporan de hat destnîşankirin ku Rûsya gelek hêzên xwe ji Sûriyê vekişandin da ku bişîne Ukraynayê.

Di heman raporan de hat diyarkirin ku Îran dixwaze valahiya dê ji ber vekişandina hêzên Rûsyayê çêbibe, dagire. Lê Îsarîl ji vê yekê ne rihet e ku bi Rûsyayê re gelek lihevkirinên wê hene da ku hebûna Îranê li Sûriyê sînordar bibe. Ev ne rihetiya Îsraîlê di zêdekirina hedefgirtina gelek cihan li Sûriyê de diyar bû, herî dawî êrişa li ser balafirgeha Şamê bû. Îsraîl got wê çekên Îranê kirine hedef.

Ruxmî hevbendiya Rûsya û Îranê, lê Îranê ji ber lihevkirinên Rûsya-Îsraîlê li ser hesabê hegemoya wê bi fikar e. Nexasim ku pergala parastinê ya Rûsyayê, êrişên Îsraîlê neşikand.

GEFÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI GIRÎNGTIRÎN DOSYAYAN E

Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe rojeva civîna 18`an a Astanayê ku dewleta Tirk a dagirker gefa pêkanîna destwerdaneke din li dijî wê dixwe.

Îhtîmeleke mezin heye ku dewleta Tirk a dagirker bi Rûsya û Îranê re li ser lihevkirineke din li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bike û dibe ji bo bigihêje armanca xwe, li ser hebûna xwe li gundewarê Idlibê bi taybet li çiyayê Zawiye tawîzan bide. Dibe sînorên vê lihevkirinê Sûriyê derbas bike û bigihêje Ukraynayê.

Ji demekê ve hêzên hikumeta Şamê asta êrişên xwe yên li dijî çiyayê Zawiye, herêmên nêzî rêya M4 zêde kir ku hikumeta Şamê û Rûsya dixwazin wê vekin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker gefa dagirkirina Minbic û Til Rifetê dixwe.

Kassargian têkildarî mijarê got: “Bawer nakim ku lihevkirineke wiha di navbera her sê dewletan de pêk were. Balyozê Rûsya yê li Sûriyê behsê kir ku tu însiytîf li cem Rûsyayê tune ye ku lihevkirinekê li dar bixe. Agahî hene jî ku helwesta Îranê li gorî gerên berê, cidîtir û tundtir be ku ragihand ew destwerdaneke din a Tirkiyê li Sûriyê red dike. Lê vê carê wê Îran ji ber cidîtir be.”

Kassargian wiha berdewam kir: “Yanî ji bo Tirkiyê pirsgirêkeke mezin heye, nikare bi hêsanî erêkirineke navneteweyî ji bo pêkanîna destwerdana xwe li dijî herêmê, bi dest bixe. Ruxmî ku gef li dijî herêmên di bin hegemoya Rûsyayê de dixwe, lê dîsa jî daxuyaniyên wê li dijî helwest û daxwaza Amerîkayê ye. Ji ber wê bawer nakim ku erêkirineke bilez û giştî bi dest bixe. Helbet em nabêjin ku dê destwerdanek pêk neyê, belkî pêk were lê sînordar be, ji bo ku bê gotin, Tirkiyê soza da û soza xwe anî cih.”

ERDOGAN BAZIRGANEKÎ SIYASÎ YE

Girêdayî vê mijarê Nemrûd Silêman got: “Erdogan bazirganekî siyasî ye, şert û mercên siyasî bi kar tîne. Me dît çawa li Misirê piştgiriya Ixwanan kir, çawa doza Xaciqcî li dijî Erebistana Siûdî bi kar anî, çawa navê kolanekê li Enqereyê guhert ku balyozxaneya Îmaratê tê de ye. Helwesta wê ya li dijî Îsraîlê jî diyar bû. Lê ev bazirgan, dîsa vegerî û lêborîn ji dewletên navborî xwest.”

Silêman wiha pê de çû: “Niha şerê li Ukraynayê, daxwaza Finland û Swêdê ji bo NATO`yê bi kar tîne. Ji ber wê biryar da ku bi kurahiya 30 kîlometreyan destwerdana Sûriyê bike, lê dîsa jî beyî erêkirina Amerîka yan jî Rûsyayê nikare vê yekê bike.”

JI BER ALOZIYÊN HUNDIRÎN, TIRKIYÊ BERÊ XWE DA ÊRIŞAN

Ruxmî ku helwesta Tirkiyê dijwar e, lê li gorî çavdêran, ji ber şert û mercên li Tirkiyê û aloziyên hundirîn, neçare êrişan pêk bîne. Der barê de pisporê kar û barên Tirkiyê Kassargian got: “Ez difikirim ku ev gefên cidî, encama hesabên siyaseta hundirîn a Tirkiyê ye. Kengî Erdogan pê bihese ku asta alîgiriya wî kêm bûye, gavekê li derve davêje ku hestên rastgirên netewperest ên tundraw geş dike. Ne dûr e ku êrişeke wiha pêk were, lê ne bi şiklê ku behsê dike. Ji ber şert û mercên navneteweyî û helwestanê dewletên têkildar, çi hevalbendên Şamê yan jî DYA`ê wê bi vê gava Tirkiyê re mîna berê ne nerm bin.”

SIYASTA QUTKIRINÊ BERDEWAM E

Sarkis Kassargian îşaret bi projeya Tirkiyê ji destpêkê ve kir û got: “Projeya Tirkiyê ji destpêka Bihara Erebî ve mezin û berfireh bû û cewhera wê fikrê osmanî ya nû û vejandina împeratoriya osmanî heta bigihêje parzemîna Afîrkayê bû. Lê ev proje roj bi roj sînordar bû. Me dît çawa projeya ixwan muslimîn bi bin ket, Tirkiyê nekarî rejîma El-Esed tune bike, helwesta kendavê ku Tirkiyê li ser asta aborî û siyasî westand, diyar e. Ev her sê derbeyên giran li dijî vê projeyê bûn.”

Kassargain nirxandina xwe wiha domand: “Îro Tirkiyê hewl dide siyaseta qutkirinê pêk bîne. Hewl dide çi bi dest bikeve ji bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê li gorî teoriyeke din cudayî osmaniya nû û li gorî Mîsaqî Millî qut bike. Ji ber wê timayên berdewam ên Tirkiyê dê mezin bimînin. Lê derfeta pêkanîna vê di vê dawiyê de hate guhertin.”

QIRKIRINA KURDAN

Ruxmî ku hêzên navneteweyî bi taybet DYA`yê dibêje wan pêkanîna destwerdaneke wiha erê nekiriye, lê dîsa garantî tune ye. Ev hêz dema dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, tenê êriş şermezar kir, ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker komkujî li dijî gelên herêmê û Kurdan pêk anîn.

Girêdayî vê yekê Kassargian got: “Tirkiyê her tim hewl dide diyar bike ku pirsgirêka wê bi PKK`ê re ye ne bi Kurdan re ye. Lê di rastiyê de, ji bo Tirkiyê modeleke kurdî ya pejirandî heye, heke kurd bi fikrê xwe li dijî vê modelê û îdeolojiya vê modelê be, wek dijminek, terorîstek û endamek PKK`ê tê binavkirin.”

Kassargian diyar kir ku pirsgirêka Tirkiyê bi hebûna kurdî ya li herêmê ye, komkujiyên li dijî Efrîn, herêmên din ên Sûriyê pêk anîne, delîla vê yekê ne û got: “Gelo dê hêzên navneteweyî şerê qirkirina Kurdan erê bikin an na? Rojekê ev hêzên cîhanî helwesteke cidî û diyar ji bo piştevaniya gelên zaîf nîşan nedaye. Nexasim li hember dewletên mezin ku xwedî derfet in û cihekî joesiyasî yê stratejîk in mîna Tirkiyê.”

Kassargian daxuyand ku, helwestên navneteweyî bi berjewendî û aboriyê ve girêdayî ye, dewletên ewropî sûc û binpêkirinên desthilata Tirkiyê li dijî siyasetmedar, rojnamevan û akademisyenan li Tirkiyê şermezar kir, lê bi destpêkirina şerê li Ukraynayê, êdî deng bi wan neket ji bo ku Tirkiyê bikişînin aliyê xwe, heta Biden ê ku soza binxistina Erdogan bi rêbazên rewa û hilbijartinan dabû, êdî behsa vê mijarê nake, yanî wek encam helwesta navneteweyî ne diyar e û di bin serweriya siyaset û berjewendiyan de ye.

DIXWAZIN BIRYARA 2254 VALA DERXIN

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn wiha behsa gera Astanayê kir: “Ev civîn li ser daxwaza Rûsya, Îran û Tirkiyê ye ku dixwazin biryara NY`yê 2254 vala derxin.”

Rehmûn wiha domand: “Ev civîn tiştek ji sûriyan re pêşkêş nekir, berovajî wê, Tirkiyê wê ji bo xwe bi kar tîne. Vaye dîsa gefa pêkanîna destwerdaneke nû dixwe mîna ku berê kiriye bi destpêkirina civînên Soçî û Astana yên berê ku di encamê de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Ew armanc dike, beşên din ji Sûriyê qut bike. Lê ev yek dê karesateke mirovî bi xwe re çêke, dê pêleke din a koçberiyê pêk were. Ev yek dê xewna Sûriyan ku vegerin malên xwe ne pêkan bike.”

`MSD: EM Ê BÊDENG NEMÎNIN Û ENCAMÊN ÊRIŞAN DÊ LI SER HEMÛYA TRAJEDÎK BE`

MSD, Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî civîna hevbeş, diyar kirin ku gefên dewleta Tirk xeter in û bang li hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê kirin ku li dijî wan gefan bisekinin.

Der barê gefên dewleta Tirk a dagirker de Rehmû got: “Ev gef cidî ne. Lê vê carê civata navneteweyî bi giştî li dijî wê ye. Herî kêm bi rêya nîşandana helwesta dîplomatîk, çapemenî û siyasî. Lê dîsa jî, difikirim ku heke Tirkiyê bi ya xwe bike, dê civata navneteweyî li hemberê nesekine. Ji ber wê dewleta Tirk girêkbûna rewşa siyasî ya cîhanê bi kar tîne nexasim şerê li Ukraynayê da ku beşên din ên Sûriyê bibe, demografiya wê biguhere ku ji dîrokê ve armanc dike wê kontrol bike. Lîwa Îskenderon tev li axa xwe kir, niha jî hewl dide beşên din ên Sûriyê tev li Tirkiyê bike.”

ENCAMÊN WÊ DÊ VEŞARTÎ BIN

li gorî daxuyaniya MSD, QSD û Rêveberiya Xweser, QSD`ê amade ye û tedbîrên meydanî girtine da ku heta demeke dirêj li ber xwe bide.

Elî Rehmû di vî warî de got: “Helbet em ê bêdeng nemînin. Hewldanên siyasî û dîplomatîk ên MSD û QSD`ê hene. Niha şert û merc cuda ne. Lê dîsa jî îhtîmala destwerdanê heye. Bi taybet ku li Tirkiyê aloziyeke hundirîn û derve heye û ew her tim aloziyên xwe bi rêya şeran derdixe derve.”

Di dawiyê de Rehmûn got: “Ji ber wê îhtîmala destwerdanê mezin e. Encamê wê veşartî ne. Lê dê teqez bi xwe re karesatekê li ser hemû astên bîne. Ev kareset dê li ser serê sûriyan û tirkan be jî. Ji ber her tim gel encamên van siyasetan tehemul dikin.”

(şx)

ANHA