'Hevgirtina gelan rêya herî guncaw ya tunekirina planên dagirkeriya Tirk e'

Endama rêveber a Koordînasyona Kongra Star a Herêma Cizîrê, Roza Hesen got: “Zêdegaviyên Tirkiyê li dijî herêmên me, hewldanek ji bo nixumandina binkeftina xwe ya li ser asta hundirîn e. Em ê bi hemû hêza xwe li hemberê li ber xwe bidin.”

'Hevgirtina gelan rêya herî guncaw ya tunekirina planên dagirkeriya Tirk e'
14 hezîran, 2022   19:32
QAMIŞLO

Koordînasyona Kongra Star a Herêma Cizîrê, ji bo şîrovekirina rewşa siyasî ku herêm tê re derbas dibe, civîneke berfireh ji şêniyên navçeya Til Birakê re li dar xist.

Civîn li Navenda Çandî ya li rojavayê navçeyê bi beşdarbûna şêniyên navçeyê li dar ket. Di civînê de, endama Koordînasyona Kongra Star Roza Hesen axivî û behsa rewşa siyasî ya ku herêm tê re derbas dibe û niyetên dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê pêk tîne, kir.

Roza destnîşan kir ku hêzên garantor (Rûsya û Amerîka) plana terorsît ku dewleta Tirk dixwaze pêk bîne, erê nekir.

Her wiha Roza diyar kir ku berxwedana gelên herêmê li ser bingeha hevgirtina hemû pêkhateyên wê ava bûye û divê piştgiriya hêzên xwe bikin.

Roza di nav gotinên xwe de behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker kir ku dixwaze sûdê ji şerê li Ukraynayê û mijulbûna cîhanê pê bigire û hegemoya xwe li ser herêmê ferz bike.

Roza wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) de bi bin ket. Her wiha planên wê yên li dijî girtîgeha Sînaa jî têk çûn. Ji ber wê zirar gihaşt aboriya wê. Êdî bi tehlukeyê re rû bi rû maye. Ji ber wê Erdogan neçar ma ku windahiyên xwe bi rêya pêkanîna êrişan li dijî herêmê qerebû bike.”

Di dawiyê de Roza Hesen teqezî bi hevgirtina gelan kir û got ew ê dagirkeriyê têk bibin û dê planên wê yên firehkirinê û terorîst bi bin bixin.

(şx)

ANHA